Bi amadebûna şandeke fermî ji Encumana Niştimanî Ya Kurd û nûnerên aliyên siyasî û kesayetiyên rewşenbîrî û civakî, roja Duşemba bûrî 11 Tebaxa 2015 Tevgera Ciwanên Kurd TCK nivîsgeha xwe ya herêma kurdistanê vekir.
Ji aliyê xwe ve Ibrahîm Biro Serokê Encumena Niştimanî Ya Kurd pîrozbahiya vekirina nivîsgehê kir û daxwaza piştgiriya tevgerê kir da bikaribe bi berdewamî pêş bikeve û herdem geş û çalak bimîne.
Imad Berho ” berpirsê nivîsgeha Tevgerê li Herêma Kurdistanê” got ; wê nivîsgeh navendek be ji tevahiya ciwanên kurd re, û herweha ji hemû sazî û partiyên kurd re , û cihê çalakiyên rewşenbîrî û sîmînarên danustandinê û korsên fêrkirinê û kargerên ragihandinê be.
Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Ciwanên Kurd, saziyek gêncên kurd ya serxixwe ye, di sala 2005an de hatiye damezirandin, û yek ji pêkhateyên damezrêner e ji Encumana Niştimanî Ya Kurd re.
Jêder : Hevbendî +malpera TCK