Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce tawana hovane ku Rêxistina ” Daiş” duh derheqê Firokvanê Urdinî Mu`az Elkesasibe bikar anî û ew şewitandin şermezar kir. Xoce sersaxî ji malbata Kesasibe û milletê Urdinî û qiral Ebdella Bin Hisên re xwest .
Serokê Hevbendiyê got: ” Ez jî sersaxiyê bi vî pakrewanê ku xwîna wî bi axa Sûrî tevlihev bû, herweha laşê wî tev yên pakrewanên milletê Sûrî ku dewleta tirorê û bermîlên rejîma Esed a hovane ew kuştin qebûl dikim”.
Xoce berdewam kir: ” Ez vê tawana hovane ya destin qirêj ew pêk anîn şermezar dikim, ji millet û hikûmetên cîhanê tevî dixwazim ku pêwiste kar ji bo piştgiriya milletê Sûrî bikin bo bidawîkirina êşa wî ya ji encama tiror û rejîma Esed û destçêkera wan “Daiş”ê “.
Xoce xwest ku: ” Piştgiriya Artêşa Azad a ku şerê ” Daiş” dike, û li gor karînên xwe serkeftinan bidest dixe bibe”. Û ” êrîşên Hevpeymaniyê li ser ” Daiş”ê li devera Kobanê û bi alîkariya Artêşa Azad û hêzên şoreşê li ser erdê tekez kirin, ku dawiya tirorê nayê ku ne bi hevrêziyê û karê di riya van hêzan re be”.
Herweha serokê Hevbendiyê sersaxiya xwe ji ” Hemû malbatên pakrewanên milletê Sûrî re ku her roj bi şewat, bumbebaran, û kuştina di bin işkencê de, jiyana xwe ji dest didin bi rêvebiriya rejîma tawankar ya li Şamê pêşkêş kir. Herweha sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û milletê dewletên ku welatiyên wê bo piştgiriya milletê Sûrî û veguheztina êşa wî di riya azdiyê re dikim “.
Jêder: Hevbendî