Rêjîma Esed û hêzên xwe hêjî di pêkanîna kuştarên peyapey di derheqê Sivîlên bêguneh de berdewam in, û firokên wêjî hêjî di avêtina bermîlan li ser gund û taxên bajaran û nişteciyan berdewam in, di vê derbarê de Tora Sûrî ya mafên Mirov pêkanîna nekêmtir ji 20 komelkujiyan di heyva kanûna 2an de dîkoment kiriye, û ev kuştar li piraniya parêzgehan hatine encamdan, ku 5 komelkujî li heryek li gundewarê Şamê û Helebê hatine encamdan, û 4 li Reqa û 3 komelkujî li heryek li Himus û Der’a, û yek kuştar bitenê li heryek ji Hisiçe û Idlibê.
Li gor Tîma dîkomîntkirina qurbaniyan di Tora navborî de ku ev komelkujî bûne sedema kuştina nekêmtir ji 195 kesan, ji wan 32 zarok û 21 jin in, anku bi rêjeya 27.8% ji qurbaniyan jin û zarokin.
Jêder: Hevbendî