Wezareta Derve ya Emerîkî ji bo rijdiya xwe li ser yekîtiya Sûriyê diyar bike got ko Emerîka avakirina Herêmeke Otonomî kurdî li Sûriyê napejirîne, û di dema niha de ew danpêdanê bi ti otonomiyan di Sûriyê de nake.
Berdevka Werzareta Derve ya Emerîkî Cîn Biskay got: “Em danpêdanê bi çi herêmên Otonomî li Sûriyê nakin,û ev siyaseta me ye ji demek kevin de “.
Û bêtir got: “siyaseta me dimîne ku em hevkariyê dikin bi wan aliyên ko diJî Daişê şer dikin re, da Herêmê ji kuştar û gefên Daişê biparêzin”.
Ev daxuyanî bersiv li ser gotina serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hat, ya ko tê de êrîşeke tund bir ser”Planên Kurdan ji bo dabeşkirina Sûriyê”.
Erdogan rexne li Emerîka kir çimkî ew çekan ji Kurdan re bi behaneya rizgarkirina Kobanê ji Daişê dişîne. Erdogan got ku Partiya Yekîtiya Demuqrat ya ko Emerîka çekan jê re dişîne, peywendiyeke xurt digel wê û Partiya Karkerên Kurdistanê heye ya ko Tirkiya dijminayiya wê dike.
Hevbendî +Elşerq Elewset