Di hefteya bûrî de li bajarê Efrînê bûyerên diltezên yên corbecor rûdan,yek jê xortekî kuştî li nava erdên çandiniyê li navçeya Raco hate dîtin, û ta niha sedemên vê bûyerê ne hatine zelalkirin, her wiha keçek li ser destê birayê xwe hat serjêkirin bi behaneya namûsê, û berî wê bûyerê bi rojekê mêrekî hevjîna xwe kuşt.
Elînda Ehmed rojnemevaneke ji xelkên wê herêmê ye, sedema peydabûna van diyardeyan vedigerîne astengiyên abûrî û civakî ,herweha tunebûna dezgehên dadkirin û sizakirina tewnkaran .
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şoreşa suriyê de kuştina bi behaneya namûsê zêde bûye tevlî ku rêvebiriya xweser ya bi ser PYDê ve gelek yasayên parastina mafên jinê derxistine.
Jêder: Hevbendî