Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî, bidarvekirina leşkerê Libnanî Elî Elbezal yê Cebhet Elnesra ew kuştibû, piştî nepejirandina Milişiyên Hizbillah guhertina wî bi girtiyin dîl yên li rex Cebhet Elnesra, şermezar kir. Ev kiryar salix da ku ” Tawankarî ye û nayê Nepejirandin”.
Herîrî got: ” Kiryara revandinê ji kîjan alî ve be karekî dûrî bendên yasaya navdewletî ye, di encamê de dibe sedema nakokiyên civakî yên neqenc, û dibe rola wê li ser deverê bi giştî hebe. Xwîna Libnaniyan li rex me mîna ya Sûryan e, xwîna me yek e, û êşa me jî yek e, herweha yê tawankar jî yek e, tev wilo jî, ta niha ew bi peyvên rastbîniya civakî ya Libnanî û Sûrî dilîze da ku jihevdûrbûna civakî di hindirê wê de fireh bike û ecindên Iran yên tirorîstî li deverê pêk bîne”. Lê Razgirê Giştî ev berpirsyarî xist histê” Tirora ku Hizbillah li Sûrî derheqê sivîlan bikar tine, û destwerdana wê ya beloq di karûbarê welatên cîran de bê ku guh bide bendên yasaya navdewletî”.
Herîrî matmayî ma ji ber ” Dulayeniya danustendina Milişiyên Hizbillah bi dosya guhertina girtiyan re. Berî çend rojan girtiyên Cebhet Elnesra yên li gel xwe bi yên Hizbillah li gel Cebhet Elnesra guhertin bê ku qet guh bide girtiyên hêza Artêşa Libnanî”. Nesr Elherîrî berî niha ji Hikûmeta Libnanî xwestibû ku danustendinê bi awayekî ” Berpirs û hişyar ” bi pirsgirêka revandina leşkerên Artêşa Libnanî re bike. Destnîşan kir ku ” Di bin sîwan nakokiyên siyasî ku li deverê hene, danûstendina bi vê pirsgirêkê re mîna mirovê ku hewl bide bumbeyek demkî li ber teqînê be di zeviyekî ji bumbeyên siyasî û civakî ku kiriyarên Hizbillah yên tirorîst û rejîma Iranê ya tewş li devera Rojhilata Erebî çandiye jihev veke”.
Herîrî zêde kir: ” Vekişîna Hizbillah ya tirorîst ji Sûryayê pêwist bûye, netenê ji bo parastina aramiya deverê , lêbelê bo aramiya siyasî û civakî li deverê, divê Hikûmeta Libnanî fişaran lê bike, û nekeve wê baweriyê de ku tirora Hizbillah û tawankariya wê, wê alaveke bo şerê tirorê be, ji ber ew bi xwe beşek tirorê ye, û nabe bibe beşek ji çareseriyê “.
Razgirê Giştî di daxuyanyekê berî niha de derbarê kesên Libnanî yên revandî dûrxistibû ku ” Hizbillah xwestekên komên çekdar di pêwistiya vekişîna yekser ji Sûrî, û nebeşdarbûna di şerê Qelemon de erê bike, ji ber biryar ne di destê wê de ye, û ew ji Wilayeta Elfeqîh re koleyeke fermanber e, û biryara siyasî ne di dest wê de ye. Ji hêleke dî ve yên mîna Milişiyên Hizbillah û Beşar Elesed, eger em çavên xwe bigrin li ser jiyana milletê ku wan mîna ardû bo mayîna erşên xwe yên siyasî û lerzok ku li ser qoq û zengelorkên zarokan ên ku çekê Esed yê kîmawî ew lal kirine ava dibe, ji bilî desthilatdariyê tu tişt li rex wan ne giring e” .
Jêder: Hevbendî