Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Lêborîna Navnetewî Armanckirina Sivîlên Idlibê ji Aliyê Rejîmê ve û bi Piştgiriya Balafirên Rûsan Piştrast Kir

September 15, 2018
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Lêborîna Navnetewî Armanckirina Sivîlên Idlibê  ji Aliyê Rejîmê ve û bi Piştgiriya Balafirên Rûsan Piştrast Kir

Saziya Lêborîna Navnetewî piştrast kir ku êrîş bi çekên qedexekirî ji aliyê rejîma Esed û balafirên Rûsan li ser sivîlên Idlibê hatine pêkanîn, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ev yek bi belgeyên nû dît yên dikevin di nav rêza tawanên şer de yên pêdivî bi destêwerdana Netewên Yekbûyî heye ji bo wan bidawî bike.

Saziya Lêborîna Navnetewî (Amnesty) li roja înê, raportek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û têde bang li civaka navnetewî kir, ji bo bikaranîna bandora xwe ji bo bidawîkirina êrîşên ne yasayî ji aliyê hêzên rejîmê û hevpeymana wê Rûsya li parêzgeha Idlibê, û rê bigire li pêşiya ziyanên mirovî yên zêdetir.

Amnesty diyar kir ku ji aliyê hêzên rejîmê û piştevanîya Rûsiya, êrîşên dijwar li dijî sivîlan li Idlibê têne pêkanîn bi bikaranîna cebilxane û çekên qedexekirî û bermîlên teqîner û diyar kir ku, “wisa xuya dike, ku ev destpêkeke ji bo êrîşrke leşkerî ya çaverêkirî li ser asteke berfireh”.

Û raportê destnîşan kiriye ku herî kêm 13 êrîşên di navbera 7 û 10 îlon/ september de, li ser gundewarê başûrê Idlibê hatine pêkanîn, û diyar kiriye ku di encamê de, 14 sivîl hatine kuştin û 35 kesên din hatine birîndarkirin.

Diyana Sem’an, lêkolînera taybet bi karubarê Sûriyê, diyar kir ku “rojane rejîm cebilxane û çekên goşeyî yên qedexekirî û bermîlên teqîner li dijî deverên cuda yên Sûriyeyê bikar tîne “, û got ku ev yek dibe bi armanca “Zirar û tirsandina sivîlan”, û tekez kir ku rejîm “niha dest bi dubarekirina van kiryarên tirsnak li Idlibê dike, û ti sedem nînin ku em bawer bikin ku ew dê dest ji van kiryaran berde”.

Herî kêm sê milyon kes li Idlibê dijîn, û nêvî ji wan koçber in ku ji aliyê rejîmê û Rûsya ji Helebê û Xûta rojhilat û Dareya û Qelemon û bejahiya bakurê Humsê û Der’ayê bi darê zorê ji deverên xwe hatine ber bi Idlibê koçber bûne.

Li gorî ajansên mirovî yên Netewên Yekbûyî, ku pêwîstiya zêdetir ji du milyonan kes li Idlibê ya lezgîn bi xwarin û avê û çavdêriya saxlemiyê heye.

Ji aliyê xwe ve, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mistefa, piştrast kir ku operasyonên sîstematîk yên rejîmê û Rûsiya hene ji bo neçarkirina welatiyên Sûriyê da ku xwe teslîm bikin, û diyar kir ku ev yek di topbarana navendên pizîşkî de xuya dike.

Wî tekez kir ku tiştên li Idlibê û taxên wê dibin digihêje asta tawanên şer, û got ku ev yek “bi piştevanîya dewleteke berpirs ji bo ewlekariya navnetewî dibe, ku ew berpirsiyar e li hemberî zêdebûna dijberiya yasa navnetewî bi riya parastina rejîma Esed û veşartina tawanên wê”, wek nîşaneke zelal û amajeyek bi Rûsyayê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Çalakvanan: PYD û Rêjîma Esed Bûn Hevpeyman li Dijî Kurdan

Çalakvanan: PYD û Rêjîma Esed Bûn Hevpeyman li Dijî Kurdan

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.