Çalakvanan di rêya Internetê wêneyin nû weşandine, zarok bi cilên leşkerî ne, çekan hildigirin, û nîşana Partiya Yekîtiya Dîmuqrat “PYD” li ser milê wan e, û yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî dibîne ko ev “tawanên cengê” ne.
Koma IRT ya nûçeyên Sûrî komek wêneyêm zarokan li ser malpera xwe ya Facebookê belav kirine, temenê wan kêmî 18salan e û di nav milîtanên “Qesed” de ne.
Navê “Qesed” yê milîtanên “Hêzên Sûriya Dîmuqrat” e, û ya ko milîtanên “PYD” beşê bêtir ji wan e.
Cîgirê Serokê Hevbeniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, Milîtanên PYD bi çendîn kirdeyên tiroristî tawanbar kirine, ji wan jî revandina zarokan û şandina wan bo leşkeriyê, û daxwaz kir ko kesên van zarokan dikin leşker bêne sizakirin, ji ber ev tawanên cengê ne.
Ebdilhekîm Beşar ew kirde hemû pirotesto kirin, û dibîne ko ” ew kirde dijî pirinsîbên azadî û dîmuqratiyê ne, û xizmeta kêşeya kurdî nakin.
Û milîtanên PYD bi operasiyoneke girtina komel rabûne, û 42 endam ji partiyên Encûmena Niştimanî kurdî berî çend rojan girtine û nivîsgehên partiyan li Efrîn û Qamişlo şewitandine.
Cîgirê serokê Hevbendiyê got ku wan milîtanan zêdegavî dijî bi dehên jinan kirine, bi lêdana bi daran û boriyên hesin, û ahengên Roja Jinê li herêmên di bin kontrola xwe de qedexe kirine, ji bilî ahengên ko ew pê radibin.
Rêkxistina “Humen Rights” di raporteke xwe de sala 2015 an, diyar kir ko milîtanên PYD di revandina zarokên kêmî 18 salan de ji bo leşkeriyê berdewam in, û hin ji wan zarokan di cengê de hatine kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî