Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Qedah nerîna ku di navbera Hevbendiyê û Hêzên Rikberiyê de li Qahirayê hate danûstendin diyar kir, û wisa salix da” Destpêkî ye, û pişt pê nayê girêdan, eger endamên Desteya Siyasî û pişt re Desteya Giştî ya Hevbendiyê nepejirînin”. Qedah di hevdîtina taybet de bi nivîsgeha ragihandinê re tekez kir: “Vekirina asoyan ji diyaloka bi hemû hêzên rikbiriyê re ne ji destpêşiya welatekî bi xwe ye, lê ew biryarek bû Desteya Siyasî di Hevbendiyê de ji berî du mehan de dabû, ji ber baweriya wê bi pêwistiya yekrêziya hêzan, û yekirina dengên ku bi rûxandina Esed û rejîma ku sedên hezara ji Sûryan kuştiye, û Sûrî kiriye çoleke berdayî ji Milişiyên tirorist ên ji derve anîn, bo kuştina dengê şoreşê carinan, û têkdan û alozkirina wê carin dî bang dikir”
Nerîna ku di civîna Qahirayê de û bi amadebûna hindek hêzên rikber, ku Desteya Hevrêziyê beriztirîn bû, 6 xalên sereke pêşkêş kirin, giringtirîn xal:” lihevdukirina ku daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Encumena Ewlekariyê derbarê rewşa Sûrî mîna bingeha çareseriya siyasî li Sûryayê. Herweha Cinêva 1ê di danustenadina bi rejîma Esed re çarçoveya bawerpêker e. û lihevdukirina navdewletî û herêmî pêwistiyek sereke ye bo biserketina operasyona gotubêjê, bo pêkanîna nerîn, hêvî, û xwestekên milletê Sûrî”.
Tiştin dî jî di nerînê de hebûn: ” Qebûlkirina belgeya daxuyaniya piransîbên sereke ya lihevkrina siyasî a kongirê Cinêva didwan bo aştiyê, ku şanda Hevbendiyê ji bo kongirê Cinêvê di 9ê Sibata 2014an de pêşkêş kiribû, û Nexşeya Rê bo parastina Sûryayê, ku çend hêzin rikber ew çesipandibû.
Û li gor her du belgeyan wê her du bi hev re bo amadekirina belgeyek siyasî ku hemû hêzên rikberiyê dicivîne bo aktîvkirina awayên pêkanîna daxuyaniya Cinêvê ya di 30 ê hezîrana 2012an di hemû deskeftiyên danûstendinên pêşerojê”.
Herweha nerîna ku li Qahirayê li ser masa diyalokê pêşinyar bûye destnîşan da” Lidarxistina hevdîtinên şêwirdarî û niştimanî bo rikberiya Sûrî a Dimuqrat, wê di van hevdîtinan de rêbaza siyasî a rikberiyê, û alavên rêxistinî ên bicîanîna vê rêbazê werin biryardan. Wê ev hevdîtin destpêkek bo lidarxistina kongirekî niştimanî giştî be bo rikberiya dimuqrata Sûrî “.
Nerînê tekezî kir li ser mijara diyaloka ku” Bo bidawîkirina hovîtî û tirorê û divê bêdadî bidawî bibe û rejîma siyasî ji kokê ve were guhertin ta ku rejîmek dimuqratî, û piralî ava bibe, û karê leşkerî bi tena xwe awayekî ne dirust e bo şerê tiror û tundrewyê, eger bi dûbarekirina berdana operasyona Cinêv a gotubêjî be bo avakirina dewleteke sivîl, dimuqratî, û pirnetew, nûnertiya cîgeheke civakî, siyasî, bo têkoşîna dijî tirorê, û di demeke pejirandî de, ji ber berjewendiya milletê Sûrî niha di rawestana rijîna xwînê û wêraniyê de ye û di kintirîn dem de”.
Herweha di nerînê de hat:” Ku hemû erk û desteyên niştimanî û hevpar di navbera Hevbendiyê û desteyê de li ser bingeha beşdariya aktîv, tekûz, û wekhev ava bibe, bo misogirkirina beşdariya hemû pêkhatiyên Rikberiya Sûrî, li ser bingeha lihevkirin û rêzgirtina bendên jorîn bo pêkanîna hêviyên milletê Sûrî di cîgeheke ji lêborîn û nermiyê de”.
Belgeya ku li ber gengeşê ye tekez kir: ” Pêwistiya pêkanîna komîtek hevbeş bo têkilî û rêvebiriya pêwendiyan di navbera Hevbendiyê û Desteya Hevrêziyê de, erkê wê alîkarî û hevrêziya bi yekîne, rêxistin, şepol, û partiyên rikber re ye”.
Qedah di dawya daxuyaniya xwe de tekez kir:” Nabe ku Mosko cihê lidarxistina kongirên diyalokê be, nemaze ew hevparê sereke bû ji rejîma Esed re di kuştina milletê Sûrî ji destpêka şoreşê de, lewre welatê ku ev kongir lê lidar bikeve divê bêlayen be, û destê wî di xwîna Sûryan de tune be”.
Jêder: Hevbendî