Nûra Elemîr, cêgira serokê hevbendiya niştimaniya Sûriyê, daxwaza serbestberdana girtiyên sûrî yên penaber ji hikûmeta Libnanê kir, ew penaberên bêguneh ku bûne qurbaniyên terora Esed û Hizibluh, ew terora ku hemû yasayên navnetewî û yên Libnanê binpêkirin bi kuştina Sûriyan di hundurê Sûriya de û got:” me hişyarî da artêşa Libnanê da nekeve davikên rêxistinên çekdar û Hizbulah de, yên têne çekirin bo gurkirina tevlîheviyan li hember rewşa Sûriya yê. û dema hin serbazên artêşa Libnanê hatin revandin me di kêlîka pêşiyê de daxwaza azadkirina bilez ya birayên xwe kir, û daxwaza me hevdem bû ligel belavkirina hin parçefiliman, ew filmên bo handana tevlîheviyê li deverê çêkiribûn, nemaze filmê eşkencekirina zarokekî sûrî li ser destê xêzaneka “şî´iy” û wek hin parçeyên din, di heman demê de me tekez kir ku armanc ji belavkirina van parçefilman ew e çêkirina cudahiyên civakî di navbera herdu gelan de, bi mebesta pêkanîna hin destkeftên siyasî bo berjewendiyên rêjîma Esed û Hizibulah yên ku kîn û cudahiyê û milîperestiyê di navbera kesên yek miletî de belav dikin. lewra pêwîste herdu gel bi hevre rawestin, destbidest, milbimil, sînorekî ji kiryarên Hizibulah û rêxistinên tirorîst re yên bi serperiştiya Esed û çeteyên wî geş bûn deynin, û ne dûre bibin sedema encamdana sosret û karestan, ne tenê li Sûriyayê,lê li tevaye deverê .em bihtirîn kesin ku bi janên xêzanên Libnanî hestyar dibin, yên ku bendewarên vegera kurên xwe yên revandî ne, birîna me yek e û dijminê me jî yek e, û doza me li ser bingeha dijberiya stem û zordariyê û destdirêjiya Hiziblah li ser deverê ye”. Li aliyekî din, duhî Salim Elmislit bi navê Hevbendiya Niştimanî bi tundî kiryara kuştina penaberekî Sûrî yê bi navê Ehmed Dura ku di bin eşkencê de di girtîgeheka artêşa Libnanî de hat kuştin şermezar kir, herwiha Elmislit dazanîn ku ev kiryar:” binpêkirinek mafê mirovan û hemû yasayên navdewletî ye, û nakave xizmeta aramî û tenahiya civakî û siyasî di navbera herdu welatan de, berovajî bitenê dikeve xizmeta ejendeyên Hizibulah û rêjîma Esed de, bo parçekirina tevna civakî ya sûriya û Libnanê, ji bo çespandina cidahî û tevlîheviyên civakî yên dibin palpişt bo dirêjiya temenê desthilatdariya wê ya mafyawî di deverê de”. herwiha daxwaz ji hikûmeta Libnanê kir ku:” bi erkê xwe li hember van binpêkirinên yasayî û siyasî rabe, ku ta demeke dirêj ziyanan digehîne pêwendiyên di navbera herdu miletên bira de, û herwiha Elmislit hişyarî da ji bo:” siyasetên Hizibulaha terrorist ku ji aliyekî xizmeta berjewendiyên niştimanî yên Libnanê nakin û ji aliyekî din xizmeta pêwendiyên wê yên digel miletên derdor jî nakin, berovajî vê yekê ewlehiya civakiya deverê dike girawek di bin destê berjewendiyên siyaseta Hizibulaha terorîst, ya dibe baskê cêbiçêkar bo sepandina hêzên biyanî yên Îranî di deverê de”. û di dawiya daxuyaniya xwe de Elmislit daxwazî kir ji bo:” berdan û azadkirina bisedên penaberên surî yên girtî û daxwaza pabendiya Hikûmeta Libnanê bi yasayên nêvdewletî di dema lêpisînan de ligel penaberên Sûrî kir, ew lêkolînên dewleta Libnanê wek Karin pêwîst ji bo ewlekaiya xwe dibîne”
(jêder: Hevbendî)