Desteya Yasanasên Sûrî tekez kir ku rijêma Beşar ya terorîst a kîmawî, karesata erdhejê bi kar tîne da ku destkeftiyên siyasî û madî li ser termên sûriyan bidest bixe, û di vî warî de Ntewên Yekbûyî û dewletên piştgiriya rijêmê dikin, ji destpêka şoreşa Sûriyê de piştevaniya wê dikin.
Û Desteyê di daxwiyaniyeke xwe de got ku yasaya navdewletî ya Giştî û Mirovî, birçîkirin û bêparkirina xelkê ji bidestxistina pêdiviyên pêwîst û mafê wergirtina alîkariyên mirovî û derbaskirina kelûpelên bijîşkî yên taybet bi dezgehan û madeyên xwarinê û cil û bergên pêwîst bo zarokan û jinên ducanî, qedexe dike.
Û Desteyê bal kişand ser wê yekê ku xala 1em ji Peymana Navdewletî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî, destnîşan dike ku nabe bi ti awayî mirov ji derfetên xwe yên jiyanê were bêparhiştin, ji ber ku pêwîstiya hawarçûnê û alîkariyên mirovî bi biryara Encumena Ewlekariyê an çi aliyê dî tune ye.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku rêgirtina li pêşiya alîkariyên mirovî dighê asta dorpêçkirinê, ya ku weke tawana dijî mirovahiyê ye, û bi ti awayê yasayî nayê sepandin.
Û got ku vekirina deriyên Bab Elselamê û Elra’î ne hewceyî erêkirina rijêma terorîst a Beşar a tawankar e, û ew di bingehê de ne di bin kontrola wê de ne, û bi xêra Netewên Yekbûyî û dewletan Pejirandina terorîst Beşar tenê ji bo rewakirina wî ye, piştî ku Sûrî kuştine.
Û Desteyê bal kişand ser ku pejrandina Beşarê terorîst ji vekieina deriyê Bab Elselamê û Elra’î re bo heyama sê heyvan, li gor daxwaza Rusya bû, ji bo têkdana derxistina biryara ku li Encûmena Ewlekariyê amade bû, ji bo dirêjkirina salekê, rijêm bivê an nevê, û ev biriyar ji bo rêgirtina li wê biryarê hat, û Netewên Yekbûyî û dewlet bi wê biryarê agahdar bûn, lê tevlî agahdarbûna wan jî pêngava kujerê gelê Sûriyê û koçberkerê wan pîroz dikin.
Û Desteyê bal kişand ser ku Beşar û çeteyên wî bi kuştin û koçberkirinê tenê razî nebûn, û îro rastiyên derbarê kiryarên amûra wî ya leşkerî û wêrankirina wan ji taxên Helebê yên rojhilat û sûrê Kelha Helebê û bazarên wê yên kevin û mizgeftên wê re, ji cîhanê re pêşkêş dike ku erdhejê ew dever wêran kirine.
Û Desteya Yasayên Sûrî di dawiya daxwiyaniya xwe de anîn ziman ku tevî bobelata mirovî ya mezin, gelê Sûriyê di wê baweriyê de ye ku bobelata wan ya herî mezin, berdewamiya Beşar û çeteyên wî ye, û ti bobelata dîtir jê ne mezintir e, û daxwiyaniyê weha berdewam kir: yê ku sivîlan bikuje, malan wêran bike, û xelkê koçber bike, Sûriyê ava nake.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî