Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, got ku mamosteyekî ji xelkê bajarê Humsê di yek ji zîndanên milîsên PYDe yên terorîst de, di bin îşkenceyê de, jiyana xwe ji dest da.
Û Tora Mafnasî diyar kir ku mamosteyê ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye, navê wî Welîd Mensor Elmihêmîd e, û wî karê mamostetiyê li yek ji dibistanên bajarê Minbic li gundewarê parêzgeha Helebê dikir, û li bajarê Minbicê niştecî bû, û temenê wî çil sal bû, û milîsên PYDe yên terrorist di 5-8-2023an de li taxa Elsir li bajarê Minbicê ew girt, û berve zîndana Elmaliyê ya bi ser wan milîsan ve birin, û ta mirinê îşkence kirin, û di 8/8/2023an de wan milîsan malbata wî bi nûçeya mirina wî agahdar kirin, û termê wî radestî wan kir.
Û Tora Mafnasî tekez kir ku nêzîkî 4624 welatiyên Sûrî hîn di zîndanên milîsên PYDe yên terorîst de ne, û bal kişand ser ku nêzîkî 94 welatiyê Sûrî di wan zîndanan de di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane.
Û Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, dît ku binpêkirinên milîsên PYDe yên terrorist bi riya operasyonên revandina zarokan û kuştina girtiyan di zîndanên xwe de, têkliya wê ya yekser bi nebûna fişareke navdewletî ya rasteqîn li ser wan milîsan heye.
Û daxwaza sizakirina wan û rawestandina piştgiriya wan kir, ji ber ku wê hişt ku kiryarên wan roj bi roj xerabtir bibin, ta radeya kuştina perwerdekar û mamosteyên dibistanan di zîndanan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî