Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rrikberiya Sûriyê Muzir Maxos, diyar kir ko pêşkeftina Şoreşgeran li Helebê pêk aniye, rewş pir guhert û terazûya mijara siyasî jî guhart.
Maxos yê ku endamê desteya bala ya danûstandinan e jî, destnîşan kir ko Deste di têkiliyên şêwirdariyê de berdewam e, ji bo lidarxistina gereke nû ya danûstandinan, piştî sê mehan ji rawestandina wan, bi sedema cîbicî-nekirina Rêjîma Esed ji biryarên Encûmena Ewlekariyê re, yên bi mijara rakirina dorpêçê ji ser hinek herêman û derbaskirina alîkariyên mirovî û bernedana Girtiyan û rêznegirtina li peymana agirbestê ve girêdayîne.
Maxos tekez kir ko Desteya Bala ya Danûstandinan çi mercên pêşinde berî şêwirên nû nake, lê belê dawaza rêzgirtina li biryarên navnetewî û navdewletî dike, bi taybetî biryarên 2254 û 2268an yên ko bi mijara peymana agirbestê ve têkildar in.
Maxos bal kêşand ser “Deste ji bo berdewamiya operasiyona danûstandinan amade ye, di çarçovek xuya de, ew jî pêkanîna operasiyona veguhestina siyasî li gora pîvanên ko Opozisyonê bi giştî û Desteya Bala ya danûstandinan danîne. ”
Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde di kongirê rojnamevanî de got “Şoreşger ji rewşa dorpêçê ketin rewşa rakirina dorpêçê, û niha ji bo rizgarkirina xakê û Mirov li Helebê bi tekûzî şerên giran dikin.”
Elebde tekez kir ko Şoreşgeran gelek Name ji bo parastina Sivîlan li Helebê ragihandin. Bal kêşand ser ko hêj li pêşiya Efser û Leşkerên Rêjîmê derfet heye ku ji Rêjîmê cuda bibin û tevli refên Şoreşa Miletê Sûrî bibin.
Jêder: Hevbendî+Elşerq Elewset