Dezgehên ragihandina Rûsiyayê û yên rêjîma Esed, hewla belavkirina wêne û nûçeyên çêkirî didin, ku bi wê rêkê dixwazin hebûna çeteyên rêxistina DAÎŞê li navçeya firoka Rûsiya duhî lê ketiye bidin xuyakirin.
Dezgehên Ragihandina Rûsiya di parçe-vîdiyoyekê de ku dîroka wê vedigere nîsana 2015an, û dibêje ku ew li gundewarê Laziqiyê hatiye girtin di dema ketina herdu firokvanên Rûsî de, hêjayî gotinê ye ku ew vîdiyo hatiye girtin li pêş firokxaneya Kiwêris ya serbazî li gundewarê Helebê ku têde çekdarên DAÎŞê gulebaranê li firokevanekî rêjîma Esed dikin, herwiha li ser wê vîdiyoyê logoyê ajansa A’imaq ya girêdayî rêxistina DAIŞ a terorîst heye.
Herwiha jêderekî berpirs di Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê de ragihand ku Rûsiya berdewamiyê dide derwan ji bona veşartina kiryarên xwe yên armanckirina artêşa azad û sivîlan ji şûna armackirina baregehên DAIŞê.
Heman jêderê dîsa got ku bo diniyayê hatiye eşkerekirin ku armanca dijminkariya Rûsiya li Sûriyê, parastina rêjîma Esed e ya ber bi helweşandinê diçe, herwiha piştgiriya DAIŞê dike bi rêka armanckirina hêz û tabûrên artêşa Azad.
Jêder:Hevbendî