Duhî roja pêncşemê li dema fitara remezanê, çekdarên “Desteya Rizgarkirina Şamê” derbas bûn li nav bajarê Me’eret Elnu’hman û êrîşî baregehên artêşa azad kirin, û ev yek bû cihê nerazîbûna xelkên sivîl û derketin xwepêşandanê, hevdem ligel teqandina guleyan ji aliyê çekdarên “Desteya Rizgarkirina Şamê”.
Serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Xalid Xoce, dît ku “Heteş” xizmeta Rijêmê bi van kiryaran dike, û li ser malpera xwe ya “Tiwiterê” got ku “Heteş” cihê Daişê girtiye, û ji dêvla rêjîmê ve şerê şoreşa Sûrî dike“.
Çalakvanên bajêr diyar kirin ku çend girûpên çekdar êrîşî şeqama kornîş ya li nîva Me’eret Elnu’hman kirin, û çend baregehên firqa 13 an û Feyleqa Şamê ya li nîva bajêr dorpêç kirin, hevdem ligel teqîn û gulebarandinek zor ku têde reşaş û çekên orte hatin bikaranîn.
Û hevdem ligel van pevçûnan, bi sedan xelkê sivîl li taxên bakur yên Me’eret Elnu’hman derketin xwepêşandanan, ji bo redkirina van şer û pevçûnan, û daxwaza rawestandina êrîşên li ser baregehên Firqa 13 an ji çekdarên “Heteş”ê kirin, berî ku rastî gulebarandinê ji aliyê çekdarên “Heteş”ê bibin, ya ji bo rawestandina pêşdeçûna xelkê ya ber bi hêlên şer de.
Herwiha ” Bereya Fetih Elşam” berî salekê û ji berî navê xwe biguherîne û bike “Heteş”, rabibû bi êrîşan li dijî baregehên firqa 13an li Me’eret Elnu’hman, û berî çend heyvan li ser riya Xan Elsibl li bakurê bajêr, çekdarên wê rabûn bi hewla terorkirina fermandarê Firqa 13 an muqedem Ehmed Elsi’ûd.
Û çalakvanên bajêr bal kişandin ser ku “Heteş” sedemên êrîşa xwe ya jinişka ve diyar nekirine, û tekez kirin ku hejmarek ji sivîlan ji encama şer û pevçûnên li nav bajêr birîndar bûne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî