Artêşa Sûrî ya azad ragihand ko wê êrîşeke berfireh ya hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî li Badiya Sûrî rawestandin, her weha Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ko ev sêyem care ew karwanên rêjîmê û yên Îranê bombebaran dikin.
“Artêşa Isûd Elşerqiyê” di malpera xwe ya fermî de got, ew “li himber êrîşa çeteyên Esed û milîtanên Îranî li tewera Til Dekwe û Bîr Elqeseb û Til Elduxan rawestiyan ” .
“Yûnis Selame” berpirsiyarê nivîsgeha ragihandinê ya “Artêşa Isûd Elşerqiyê” ji toreya “Beledî Niyûz ”re ragihand ko ji berbanga roja pêncşembê hêzên rêjîmê bi piştgiriya milîtanên mezhebperest û milîtanên hizbulah ber bi aliyê rojava yê di bin kontrola şoreşgeran de çûn, bêtir got ko “êrîş pir mezin bû û ji gelek teweran bû, berî wê jî topbaran kirin û mûşek ji bargeha Sana avêtin ”.
Yûnis bal kêşand ser ko şoreşgeran êrîş li hemû teweran rawestandin, tev ko bêtir ji 18 firokên cengê yên Rûsya û rêjîma Esed piştgiriya milîtanan û hêzên Esed li ser xakê dikirin.
Berdevkê hevpeymana navdewletî Kolonêl Reyan Dîlon got Emerîka firokeke bêpîlot ya çekdar ya rêjîmê xist, ko wê derb avêtin hêzên hevpeymanan li cihekî din tako li herêma başûrê Sûriyê şer neken, û destnîşan kir ko tu derbdan li hêzên hevpeymanê çênebûn. Her weha Dîlon diyar kir ko Emerîka derbek din li kamyonên sivik da, wan çek hilgirtibûn ko li dijî artêşa Sûrî ya azad li nêzîkî rêbuhêrka Eltenef tevgeriyabûn.
Alayên artêşa Sûrî ya azad li Badiya Sûrî di çend rojên borî de çend dever kontrol kirine û ya giring qijleya “Elzuluf” û sererêka Elcelxîm di şerê “Xak Ji Me Re Ye” milîtanên Îranî ji çend hefteyan li Badiya Sûrî li tewera rêbenda Zaza li gundewarê Şamê û Pira Elzuluf li gundewarê Siwêda bi pêş ve çûbûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî