Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Yehya Mektebî, tekez kir ku divê proseyên danûstandinan di riya rêbazên fermî yên di Desteya Danustandinê de li gorî biryarên navdewletî û bi taybetî daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 re pêk werin.
Û Mektebî di daxwiyaniyin taybet ji malpera “Elhel Net” re, got ku du aliyên danûstandinê hene, ew jî Komîteya Danûstandinê û rijêm in, û ev tişt beşek ji biryar û çarçoweyên navdewletî yên li gorî lihevkirineke navdewletî ye, lewma mafê tu kesî nîne ku guhertinê di van rêbazan de bike.
Û Mektebî got ku her kombûneke yekalî li gel Moskoyê, hewldaneke zîvirînê li riyên danûstandinê û çareseriya siyasî li Sûriyê ye.
Û Mektebî cext kir ku her kesê ku bixwaze bi rijêmê re bi tena serê xwe danûstandinê bike, kare vê yekê bike û barê encamên bijardeyên xwe hilgire, û bal kişand ser wê yekê ku rijêmê tu xalên biryarên navdewletî cîbicî nekirine, tevî yên girêdayî mijarên mirovî jî, wek serbestberdana girtiyan, lêbelê bi hevalbendên xwe re bizav kir ku xwe paşde bide û demê winda bike.
Û Endamê Desteya Siyasî tekez kir ku çûna çi şandekî bo danûstandinan bi rijêmê re, eger ne li gor rêkeftinên navdewletî be bêbandor e, û gewhera proseya siyasî ya pêkanîna veguhestineke siyasî li gor biryarên navneteweyî naguhere.
Û ev hewildana dawîn ya Mosko di riya amadekirina şandeke opozisyonê ya nêzîkî wê û dûrî hêzên şoreş û opozîsyona fermî yaku dewletan danpêdan pê kiriye re, ji bo têkbirina pirosesa veguhestina siyasî li Sûriyê ya di çarçoveya biryara navdewletî ya hejmar 2254 de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî