Sikertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê bi tundî tawana kirêt ya rêjîma Esed bi bikaranîna bermîlên gaza kilora jehirdar li ser Sirmînê li gundewarê Idlibê şermezar kir.
Herwiha Mektebî tekezî li ser pêwîstiya karkirina Encûmena Ewlekariyê ligor biryara 2209 ya li vê dawiyê hatî derxistin kir, bo rawestandina rêjîma xwînmij ji kuştina sivîlan û ji avêtina bermîlên teqîner û yên kîmawî bi ser xelkên sivîl de, û diyar kir ku eger biyar nehête cêbicêkirin wê ew biryar nehêjayî be nirxê xamava pê hatiye nivîsandin.
Mektebî bi tundî got : kesê ji sizayê netirse wê herdem xerabiyan bike û” roniya kesek ya navdewletî ji tawankarê cengê Beşar Esed û çeteyên hevalbendên wî re hêjî berdewam e; bo kuştina gelê Sûriyê di riya bikaranîna hemû coreyên çekan”.
Sikirtêrê giştî dirêjî da axaftina xwe û got: ku “tawana bermîlên teqîner yên bi gaza kilorê barkirî li ser xelkên me li Sirmînê, xelekek nû ye ji zincîra şerê qirkirin û şewitandina Iranê û Esed ji miletê Sûriyê re”.
Mektebî daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku bi rastî bi erkên xwe rabe bo parastina zarokên me û xwîna me û herwiha kar bike bo rawestandina rêjîma kujer li Sûriyê.
Jêder:Hevbendî