Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Mihemed Yihiya Mektebî, tekezî li ser giringiya cudakirina aliyê mirovî ji aliyê siyasî di pirsa Sûrî de kir, û xistina jiyanna xelkên Sûriyê di bazarên siyasî de red kir.
Mektebî tekez kir ku avakirina baweriyê ne mercekî pêşwexte bo danustandinan, belê di tekest û deqên biryarên navdewletî de hatiye wek biryara “2191” û “2139” û “2165”, û di biryara dawiyê ya 2254 an de, ya ku tekest dike li ser destpêkirina bilez ya rakirina dorpêçê ji ser navçeyên dorpêçkirî û rêxweşkirina li pêş derbaskirina alîkariyan.
Mektebî got ku: Em di desteya siyasî ya Hevbendiyê de herdem di civînan de ne, nemaze di van deman de, û dengê me bilind e bo bicihkirina rêşûnên avakirina baweriyê, lê dema mirov dimirin ji ber birçîbûnê û dorpêçkirinê, ev yek nîşana nebûna viyana navdewletî ye bo veguhestina siyasî ber bi sîstemeke siyasî ya nû ku nav û nîşanê wê dadwerî û wekhevî be.
herwiha got: Em birastî dilxwaz in ku danustandin bi ser bikevin, ji bona avakirina sûriya paşerojê ya bi sîstemeke siyasî ya nûjen, lê li ser qadê şer ji aliyê dagîrkariya Rûsiya û Pasdarên Îranê û mîlîşên tayifeperist ve tê gurkirin, ku ev yek rê bi yekcarî li pêş asoyên çareseriyê digire û seqyek nîgetîv ji lidarxistina danustandinan re peyda dike.
Jêder: Hevnendî