Di nameyekê de ku doh roja pêncşembê Hevrêziya Şoreşa Sûriuyê ya Nemsa radestî wezareta karê derve ya Nemsayê kiriye, daxwaza birîna têkiliyên aborî û berdana balyozê rêjîma Sûriyê ji hikûmeta Viyêna kir.
5 daxwazên sereke di Nameyê de hebûn, ya yekem jê” rawestandina têkiliyên aborî bi rêjîma Esed re ji ber wî tawan dijî gelê sivîl ê bêçek kirine”, û ” ragihandina balyozê rijêmê yê li Viyênayê wek kesekî nepejirandî”.
Û hevrêziyê bi tundî tekez kir li ser”giringiya ku Nemsa piştgiriya biryara berlemanê Urdinê ya sala 2013 bike,ya daxwaza lêkolînê di tewanên Esed de bike û veguhestina wan tawanan bo dadgeha Tawanên navdewletî “.
Û Bedran Ferwatî alîkarê emîndarê giştî yê Hevrêziyê got ku” ji ber rola Nemsa ya dîrokî di herêma rojhilata navîn de, ew dikare piştgiriya van daxwazîn mirovahî yên rewa bike”.
Ferewatî wiha jî got: “dorpêçkirina bêhtir ji 400 hezar mirovî li Medaya û herêmin dîtir, ku piraniya wan jin û pîr û kal in li gor raporên netewên yekbûyî, ew bobelatike mirovahiye û şermiyeke ji civaka navdewletî re”, û bi tundî got ku “ew alîkariyên hewarcûnê pir giring in, lê ew nayên şûna vekirina dorpêçkirinê “.
Û bi vê dazwaza ji civaka navdewletî û yekîtiya oropî û tevaya rêxistinên peywendîdar gotina xwe bi dawî kir û got”divê civaka navdewletî bi erkê xwe derbarê tawanên birçîkirin û dorpêçkirinê rabe, ji ber ev tawanin dijî mirovahiyê ne û divê rêjîm û mîlîşiyên Hizbelaha terorist bo wan bên sizakirin”.
Jêder:Anadol