Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban kî Moon duhî di civîneke nefermî ya komleya giştiya NY de derbarê pêşindeyên sikirtêrê giştî yê NY di sala 2016 an de, da zanîn ku bikaranîna birçîkirin û dorpêçkirinê dijî bajarokê Medaya li gundewarê Şamê “ Tawananeke Cengê ye ” û binpêkirina yasaya mirovî ya navdewletî ye.
Sikirtêrê giştî got ku bikaranîna bermîlên teqîner li Sûriyê, bi xwe “destdirêjiyek li ser mirovahtiya me tevan e”, û got ku “cîhanê li vê dawiyê wêne û cîrokên bitirs ji bajarokê Medaya dîtine”.
Ban kî Moon got: “li vê dawiyê me çîrok û wêneyên bi sehim ji Medaya dîtin, piştî derbasbûna karmendên di warê mirovî di nav bajarokê dorpêçkirî de her ji heyva çireya pêşîn ya bûrî ve, ku bajarok bibû qurbaniya birçîkirineke bimebest”.
û got: “bihêlin ez li vir zelal bim; bikaranîna xwarinê weku çek, bi xwe tawaneke cengê ye”.
Weha jî got: hêzên Esed û mîlîşên tayifeperist yên Medaya dorpêç dikin “biyekcarî xelkê Medaya piştguhxistin û niha 400 kes ji kalemêr û jin û zarokan di rewşeke xirab de ne bi sedema kêm-xwariniyê û niha rastî mirinê tên û pêwîstiya wan ya bilez bi çavdêriya pizîşkî heye “.
Herwiha Sikirtêrê giştî pirsyarek arasteyî endamên komeleya giştî kir “gelo rewşa wan xelkên di hindur Medaya de çi ye? dikarin îro xwarinê bixwin, lê ew ditirsin paş re bi heyvan bêxwarin bimînin dema şerker biryarê bidin li ser dirêjkirina dorpêçkirinê”.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku bikaranîna birçîkirinê wek çek, bixwe tawaneke şer e, pêwîst e Esed li ser bête dadgehkirin, û di nameyekê de daxwaz ji NY kiribû bo zêdekirina fişaran li ser rêjîma Esed û tevî lênêrîn û wergirtina liberçav ya mîkanizma pêşkêşkirina alîkariya ji esmanan ji aliyê dewletên oparisyonên esmanî li dijî DAÎŞê li Sûriyê pêk tînin “.
Her dîsa Hevbendiyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kiribû bi misogerkirina derbasbûna bilez û berdewam ya rêxistinên navdewletî û yên mirovî bo tevaya Medaya û navçeyên dorpêçkirî, bêmerc û bêastengî”.
Hevbendiyê di nameya xwe de tekezî kiribû li ser giringiya rûbirûbûn û şermezarkirina reftarê rêjîma tawankar bi encamdana rêşûnên vebir, ji ber ku têkşikestin di cêbicêkirina biryarên Encûmena Ewlehiyê de, wê bitenê rêjîma Esed û çeteyên tayifeperist han bidin li ser berdewamkirina tawana xwe ya dorpêçkirina sivîlan.
Jêder: Hevbendî + Wekalat