Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî, tekez kir ku sûriyên ku derdê binpêkirinên curbicur û belayên mezin li ser destê şebîheyên rijêma Esed li Sûriyê dîtine, qet ne di bala wan de bû ku amûrên zordariyê yên rijêma Esed dê li welatên ku lê bûne penaber jî wan bişopînin.
Û Mektebî îro di daxwiyaniyin taybet de got ku tabûrên Şebîheyên ku jiyana hemû kesên doza azadî û rûmetê li Sûriyê xistine bin gefê de, ew gef di hundirê sînorê Sûriyê tenê de ranewestiya, lêbelê bûn jêdera nîgeranî û tirsandina Sûriyên azadîxwaz li welatên penaberiyê jî.
Û Mektebî got ku divê dadweriya Almanî nermiyê neke bi her kesê beşdarî di tawanan de kirine an jî tometbar in bi pêkanîna tawanên cengê dijî gelê Sûrî yê bêçek, û bal kişand ser ku her kesê ku destê wî bi xwîna Sûriyan bûye, û cezayê xwe yê rewa nedîtibe, dibe ku bibe fakter ji bo ku ew tawanên mîna wan li çi cihê ku lê be, pêk bîne.
Û Rojnameya Almanî Der Spiegel ragihandibû ku dîdevanê bi nasnavê “Hekîm Diyab” di rûniştinên dadgehkirina bijîşkê Sûrî de, yê ku bi kuştin û îşkencekirina xwepêşanderên Sûrî di sala 2012an de hatiye tuhmetbarkirin, nameyên gefxawrinê ji sîxurên rijêma Esed wergirtine, berî ku dîdevaniya xwe bide.
Û Rojnameyê diyar kir ku di rûniştina dawî de, ya ku li navenda Dadgeha Bilind a Herêmî ya Frankfurtê hatiye lidarxistin, bijîşkê Sûrî yê ku bi Ala Mûsa re li Sûriyeyê kar dikir, û niha li Elmanyayê dijî, weke dîdevanê tawanên ku li yek ji nexweşxaneyên Humsê pêk hatine amade bû, û ew li gel endamin polîsên tawankariyan hat ji bo ku dîdevaniya xwe bide.
Û Dozgera Almanî di 22ê Hezîrana 2020an de D. Alaa Mûsa li cihê niştecihbûna wî li bajarê Hessenê girt, bi tohmeta pêkanîna tawanên dijî mirovatiyê, bi taybetî îşkencekirina girtiyan di zindanên rijêma Esed de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî