Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilbasit Ebdiletîf, berdewambûna rêjîma Esed û piştgira wê Rûsya amanckirina berdewam ya herêmên Meeret Elnuman û Cisir Elşixûr û Kefer Nibil li gundewarê Idlib pirotesto kir.
Emîndarê giştî got ku bajarê Kefer Nibil ketiye ber qirkirineke rastî li nêv bêdengiya civaka navdewletî, û tekez kir ku amanc ji êrîşên hevpeymana rêjîmê li ser du herêmên istiratîcî yên Meeret Elnuman û Cisir Elşixûr; valakirina herêmê ji niştecihên wê ye.
Got têkçûna civaka navdewletî di pêrabûnên tund de tako rêjîmê û piştgira wê Rûsya rawestîne, bêtir dijminkariya wan gur dike, her weha rewşa mirovî ya hezarên malbatên derbider bûne li gundewarê Idlib aloz dike.
Ebdiletîf got cîbicîkirina bendên daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 yên taybet bi rawestandina agir li tevaya Sûriyê , dihêle ko koçberkirina niştecihan raweste û herêmên zindîdar nema bên armanckirin.
Çalakvanên xwecihî anîn ziman ko di encama pirbûna topbaran û bombebarana asmanî li ser herêma Meeret Elnuman û Cisir Elşixûr li Idlibê, 50 hezar di çirîya paşî de derbider bûne.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li Sûriyê, tekez kir ko 49417 kes anko 9000 malbat ji bajar û bajarok û gundên başûr û rojavayê bajarê Idlibê bi sedema operasiyona rêjîmê û Rûsya derbider bûne.
Tîmê bal kişandin ser ko piraniya derbideran bi şêweyek demkî ketine kampên nêzîk sînorê Tirkiyê û gundên hinekî aram, û bal kêşand ser ko hejmar rojane bi sedema dijminkarî û operasiyonên leşkerî yên li başûrê rojhelatê Idlib bilindtir dibe.
Daxuyaniya Hevrêzkariya Bersivdanê, got ko di encama operasiyona leşkerî ya ko rêjîm û Rûsya pê rabûne, sed sivîl ji nav wan 37 zarok hatine kuştin, 90 ji wan ji parêzgeha Idlib in, heft ji Helebê, û yek ji bakurê Hema ye, her weha bêtir ji 250 kesî li hersê parêzgehan birîndar bûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî