Cîgerê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Hîşam Merwe got “Bersiva Artêşa Azad li ser êrîşên Rûsya dijî miletê Sûrî wê tund be. Û nahêle berdewam bibe.”
Merwe diyar kir ko “Artêşa Azad xwe amade dike ji bo bi operasiyonên tund li dijî êrîşên Rûsya û hem jî li dijî Rêjîma Beşar pêk bîne” bêtir got”em texmîna bersiveke nêzîk dikin, û bi hêvî me ev nameyek ji cîhanê re be ko miletê Sûrî bêdeng namîne û wê bi xurtî vegerîne û ew dikare derbên biêş li wan bide.”
Merwe tekez kir ko tiştê Rûsya dike ew dagîrkeriya dewletekê ji dewleteke din re ye, û piştgiriya Rêjîmeke jirêçûyî ye û hem piştgiriya tawankariyên Îran û Hizbullaha tirorist û çeteyên bi ser wan ve ye.
Jêder: Hevbendî+Elşerq Elewset