Serokê Komîta Xizmetiyên Çekdar di Encumena Rîspiyên Emrîkî de Sînator Con Makîn, di axavtinekê de ji kenala CNN re got ku Derbên Rûsî dijî kes û girupên ku Emirika ew rahênan kirine, hewldanek e bo xwemezinkirin û pêşindekiria karîna Botîn bo piştgiriya rejîma Esed e.
Di rexneyekê de ji siyaseta welatê xwe re, Makîn tekez kir ku şêweyê karvedana Emrikî hişt Rûs bi van êrîşan rabin, bal kişand ku firokeyên Emrikî li cihê dixwazin dê bifirin, û gef li rûsan xwarin ku divê ew xwe ji devê riya wan bidin alî.
Makîn destnîşan kir derfet hîn li pêş Obama ye bo rawestandina bermîlên teqîner, pêkanîna deverek dijfirîn û dûbare-avakirina Artêşa Sûrî a Azad heye.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî Xalid Xoce di kongireke rojnemegerî de ku duh li Netewên Yekbûyî lidar xistibû diyar kir ku destwerdana Rûsî ne ji bo şerê Rêxistina Daiş e, lêbelê ji bo dirêjkirina temenê rejîma Esed ya nerewa ye, ya ku tawanên kirêt pêk anîne, û hemû cureyên çekan bikar anîne, û tevlî wilo jî di şikandina vîna milletê Sûrî bo stendina azadî û rûmeta xwe de têk çû, û destnîşan kir ku rejîma Esed tenê dest datîne ser 14% ji erda Sûrî bi giştî, herweha dagîrkara Iran û milişiyên wan ên regezperist nikarin fêdê lê bikin, û çarenûsa wê têkçûn e.
Jêder : Hevbendî