Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Hîşam Merwa got; lêdwanên Beşar Esed operasyona siyasî ji naveroka wê vala dikin, û nerîna Esed ji çareseriya siyasî û avakirina Hikûmeteke Yekîtiya Niştîmanî diyar dike, ku ew ne li gor piransîpa avakirina desteya hikumranî ya vaguhêz ya bi desthilatên temam e ya ku beyanameya Cenêvê tekezî li ser kiriye.
Merwa lêzêde kir û got ku lêdwanên Esed rasteqîniya helwesta rêjîmê ji çareseriya siyasî eşkere dike, û ew karê Esed bi “Gendeliya siyasî” binav kir , herwiha sivikdîtina wî ji bîroka çareseriya siyasî re eşkere dike,Herwiha Merwa da zanîn ku lêdwanên Esed derbarê zehmetiya pêkanîna agirbestê rev e ji rêkeftina dawî ya Miyûnixê.
Merwa lêdwanên Esed bi binpêkirina biryarên Encumena Ewlekariyê û daxuyaniya Viyêna salix dan, û destnîşan kir ku Esed bi wan lêdwanan behaneyan derdixe da ku helmeta xwe ya leşkerî ya bi piştevaniya Rûsya berdewam bike. Jêder: Hevbendiyê