Di berdewamiya tevgera ku şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Ferensayê pê radibe, îro sêşembê 16/2/2016an, şandeke Encûmenê li avahiya wezareta derve ya Ferensî, hevdîtinek bi Lodofîk Polî berpirsyarê Afrîqya û Rojhilata Navîn, û Matîld Mîşêl ji tîma berpirsiyar di ber dosya Sûrî de pêk anî, û di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyê û bi taybetî pêşketinên dawî yên girêdayî bi danûstandinên Cinêvê hatin gotubêjkirin, û berpirsyarê Ferensî tekezî li ser rewatiya daxwazên şanda Rikberiyê li gorî biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 kir.
Her wiha tekezî li ser hebûna du şandeyan di wan danûstandinan de kir, û ew jî Rikberî û rêjîm in, û da xuyakirin ku rewşa niha ne alîkar e ji bo destpêkirina danûstandinan û bi taybet ji ber tiştê ku li Bakurê Helebê dibe.
Û amaje bi rawestana Desthilata Ferensî li kêleka Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û rola wê di çarçoveya Rikberiya Sûrî de kir, û ew rawestan wê di riya hin pirnasîbên ku Desthilata Ferensî bi wan pabend e be, û bi taybetî garantiya mafên hemî pêkhateyên gelê Sûriyê, û divê Sûriya paşerojê ne wek ya berê be.
Û der barê Hêzên Pêşmergeyên Roj, aliyê Ferensî tekezî li ser pêwîstiya hebûna wan ji bo şerê dijî terorê û piştgiriya wan di vê çarçoveyê de kir.
Hêjayî gotinê ye ku şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurd, ya ku ji Birahîm Biro serokê Encûmenê û Kamîran Haco û Siyamend Haco endamên Nivîsgeha Peywendiyên Derve pêk hatibû, duh li Koçka Alîzê hevdîtinek bi birêz Davîd Fatiş rawêjkarê serokê Ferensayê pêk anîbû, û di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî û mijara destêwerdana bejayî di Sûriyê de hat gotûbêjkirin, û tekezî hat kirin li ser ku çi destêwerdana hebe divê di bin sîwana Hevpeymaniyeke Navdewletî ya dijî terorê de be, û her wiha giringiya vegera Pêşmergeyên Roj ji bo berevaniyê di ber herêmên xwe de bikin da mafên gelê kurd di çarçova Dewleteke Fedral de dabîn bikin.
Û ji hêla xwe ve rawêjkarê serokê Ferensî, tekezî kir li ser ku wê Ferensa di demek nêzîk de siyaseta xwe ya taybet bi Sûriyê li gor şêweyekî guncayî bi guhertinên dema niha re biguhere, û tekez kir ku vegera Pêşmergeyên Roj di bercewendiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijê terorê de ye, tevlî helwesta PYD ya tund û nakok di vê derbarê de, û çareseriya Fidralî yek ji çareyên pêşinyarkirî ye ji bo dûrketina ji perçebûna Sûriyê.
Jêder: Hevbendî