Serab Ozturk ,Berdevka rêxistina Pizîşkên Bê Sînor li Tirkiyê da xuyakirin ku termên 11 kesan piştî bumbebarankirina firokên cengê yên dijminkariya Rûsî, ji nexweşxaneyekê ku rêxistina wan rêveberiya wê dike li bajarê Me’eret Elnu’man li parêzgeha Idlibê roja duşema bûrî 15ê sibata em têde hatina derxistin, û diyar kir ku hîn jî karê lêgerîn û rizgarkirinê berdewame.
Ozturk got ku wan piştî vekolînê nas kir ku 25 karmend di nexweşxaneyê de bûn dema bumbebarankirinê, û da zanîn ku 15 ji wan bê ku zirar bighê wan rizgar bûn, û 3 ji wan birîndar bûn, û termên 5 karmendan û 5 nexweşan û kesek ji xizmên nexweşan hatin derxistin, û Ozturk got ku ew nizanin hejmara kesên di hundirê nexweşxaneyê de di dema bumbebaranê de, ji ber ku bumbebaran bi şev di dema guhertina nobetên karmendan pêk hat, û tirsa xwe ji zêdebûna hejmara kuştiyan anî ziman.
Ozturk balkişand ser ku 17nexweşxane ji destpêka sala nû de hatine bumbebarankirin, 5 ji wan di bin rêveberiya Rêxistina Bizîşkên Bê Sînor de ne.
Û Ozturk bumbebarankirina sivîlan û avahiyên tendurustiyê bi tundî şermezar kir, û daxwaza rawestandina bumbebaranê bi şêweyekî yekser û pabendiya bi yasayên Navdewletî û mirovahî kir.
Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor berê jî ragihandibû ku hevpeymaniya di nav Rûsiya û rêjîma Esed de , nexweşxaneya ku rêxistina wan birêve dibe bombebaran kiriye, her weha berpirsên nivîsgeha Rêxistinê li Ferensayê ji ajansa Anadolê re gotibû ku balafirên vê hevpeymaniyê nexweşxaneya Me’eret Elnu’iman bombebaran kir.
Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî, berpirsyariya tawanên pêkhatî li dijî armancên sivîl û nexweşxane jî ji wan in, xist hustê Moskoyê de, û hişyarî da û got:”bêdengiya civakka navdewletî sedema sereke ye ji berdewamiya van riftarên Rûsî re, û wê ev bêdengî bibe fakterek dîtir ji bo mezintirkirina bobelatên rêjîma Esed û wê bigihên astên herî pîstir, û wê ev tişt bandora nerênî ne tenê li ser pêvajoya prosesa siyasî bike, lê wê bihêle teroristiya ku Mosko sîwana herî guncayî jêre dabîn dike berfirehtir bibe”.
Û hevbendiya Niştimanî ji “Tîma Kar” ya ku ji encama lihevkirina Miyonixê ava bû xwest, ku bi şêweyekî zû li ser tawanên ku Hêzên Rûsî der heqê Sûriyan de pêk tînin raweste, ji ber ku ev kar dibin gef û nahêlin tu pêşketin di lihevkirina siyasî de çêbibe, û tekez kir ku eger jidilbûn û cidiyeta tê xwestin der barê van binpêkirinan neyê dîtin , ev tê wê wateyê ku civaka navdewletî hevpare di beravêtîkirina tiştên li Miyonixê pêk hatibû.
Jêder : Hevbendî + Anadol