Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Hîşam Merwa diyar kir ku Hevbendî bendewara helwesteke jidil e ji Civaka Navdewletî bo rawestandina destdirêjiya Rûsiyayê, û tekez kir ku rêjîma Esed bi piştgiriya Rûsiya û Îranê bêrêgir berdewamiyê dide encamdana tawanan derheqê miletê Sûriyê.
Merwa got ku Hevbendî “cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv dibîne bingeh, ya ku pêwîste li ser binyada wê her çareseriyek siyasî di Sûriya de ava bibe”, û bal kişand li ser wê yekê ku “biryara nebeşdariya Hevbendiyê di(herçar girûpên kar de), bi xwe peyameke bo civaka navdewletî bo rizgarkirina piroseya aştiyê, ya ku dagîrkariya Rûsiya kar ji bona lawazkirina wê kiriye”.
Hêjayî gotinê ye ku duhî şanda Hevbendiya Niştimanî di çarçova hevdîtinên ligel nûnerê dewletên dostên gelê Sûriyê, pabendiya Hevbendiyê bi çareseriya Siyasî ya ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar tekez kir, nemaze bi biryara 2118, ya di deqa wê de hatiye ku cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv bi damezrandina desteyeke hikumraniya veguhêz destpê dike.
Jêder:Hevbendî+Ele’rebî Elcedîd