Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa tekez kir ku “Esed ji desthilatê derketiye û niha ew serkêşiya mêlîşeyên çekdar yên bi neyasayî şer dikin dike, lewra mana wî li ser desthilatê ji aliyê navdewletî ve cihê retkirinê ye, ji ber nabe tawankarekî cengê ku gunhkarbûye di tawanên dij mirovahiyê de serok be “.
Merwa got: “li dadgehên navdewletî navin destnîşankirî bi tawanin destnîşankirî hene ku taybet bi kirarên tawanên dij mirovayetiyê di Sûriya de ne, wek raporta eşkencedana di hindurê zindanan de ya efserê ji rêjîma Esed Cudabûyî yê xwe bi Qeser binav kiriye belavkir “. Têzanîn ku Qeyser yê ku ji polîsê serbazî yê rêjîma Esed cuda bibû, bêhtir ji 55000 wêne yên 11 hezar girtiyên jiyana xwe dibin eşkencê de jidest dabûn di girtîgehên rêjîma Esed de pêşkêş kirin.
Merwa di axafinekê de digel telviziyona “El-an” amaje kir ku ” tawanên hatine encamdan hemû mercên tawanên tekûz pêk tînin,dema gef ji aliyekî mafnasî taybetend bi dadgehkirina tawankaran tê, ew tê wateya ku ew dikare wan tawankaran pêşkêşî dadgehên navdewletî bike”.
Merwa balkişand ku “tawankarên cengê wê radestî dadgehên navdewletî wek dadgeha tawanan li Lahayê bibin, û herwihe dibe bêne radestkirin bo dadgehên navdewletî yên taybet, û dibe bêne pêşkêşkirin bo dadgehên Sûrî li gor tişta tê naskirin bi mafdariya kesayetî di yasa Sûrî de, ku ev tawan hemû ,tawanên ku dema efûkirina kevinbûnê têde dirêj e têne dîtin, ku gilîkirina li dijî tawankaran tête pêşkêşkirin herçend ku dem bi serde derbas bibe ji rewa ye, lê pêwîste belge û lêkolîn bêne pêşkêşkirin li ser gunehbariya wan tawankaran”.
Merwa di axafina xwe de got: ” Vîtoya Rûsiya li hember veguhestina hemû tawanên hatine pêkanîn di Sûriya de bo dadgehên navdewletî, Cîhanê matmayî dihêle li hember helwestê Rûsiya li ser retkirina veguhestina vê doseyê bo dadgehên tawanên navdewletî, ev dupat dike ku Rûsiya agehdar bû ku hevalbendê wê Esed tawanên şer û tawanên dijî mirovayetiyê kirine, çi bikaranîna çekên kêmyawî yan bi hemû şêweyên birdomankirinê yan bi koçbarkirina naçarî ya peyrewkirî ji aliyê rêjîma Esed”.
Hêjaye gotinê ku berî çend rojan tîmeke lêkolînerên navdewletî û şehrezayên Pizîşkiya Yasayî gihiştibûn belgeyên tekûz li ser pêkanîna kiryarên eşkencedanê û kuştina peyrewkirî ya rêjîma Esed di derheqê girtiyan di girtîgehan de, û gotin ku ew belge pêkanîna rêjîma Esed ji tawanên dijî mirovahiyê û tawanên ceng tekez dikin”.
Jêder: Hevbendî+ Tv Elan