Hişam Merwa; Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku “sûrbûna rêjîma Esed ya berdewam li ser çareseriya leşkerî , bûye sedema serekî ya beravîtîkirina piroseyên diyalogê yên bûrî, li gor siyaseteke rêbazkirî û eşkere ji aliyê rêjîmê ve, ku şêwirdara rêjîmê Buseyna Şe’iban di axavtina xwe de di kongerê Jinêv 2 de ew siyaset anî ziman, dema got ku rewşa meydanî li ser zemînê biryara çareseriya Siyasî dide “.
Ewjî wek bersivdanekê li ser daxuyaniya wezîrê derve yê Rûsiya Sêrgî Lavrov ku dibêje “hewlên bûrin yên diyalogê serneketin , bi sedema hewlên rojava û hin dewletên deverê, bo danîna hin kesayetiyan ji yek girûpê bitenê, ku ewjî opozisyona derve ye, wek take nûnerê tevaya miletê Sûriyê “.
Herwiha Merwa tekez kir, ku ew diyaloga li Mosko hatî lidarxistin di navbera hin aliyên opozisyona Sûrî de têkşikestî ye û dide xuyakirin ku rêjîma Esed rêzê li biryarên Civaka Navdewletî nagire, û di heman demê Mirewa cext li ser hindê kir ku “Hevbendiya Niştimanî bi erênî li her daxwazek rasteqîne bo dîtina çareseriyeka Siyasî temaşe dike “.
Jêder: Hevbendî+ Elerebî Elcedîd