Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê yê berê Hişam Merwe dibîne ko “pêkhatina mezin ya Ewlekariyê ko Emerîka misoger bike ewe ko Rêjîma Esed û hemû hêzên piştgiriya wî dikin bivênevê bike ko rêza aramiyê û rawestandina kirdeyên dijminkarî li gora biryara 2268 bigire ”
Merwe bal kêşand ser “ji bo rizgarkirina Sûriyê ji Daiş û hêzên tirorist em dibînin ko çareserî bi damezirandina Desteya Desthilatdarê ya Veguhêz e ya ko welat ber bi qonaxa veguhêz de bibe û dako ew amade be Sûriyê ji rêkxistina tirorist rizgar bike.”
Merwe got ko “hemû Sûrî dê li dora Desteya Desthilatdar ya veguhêz bin ji bo têkbirina tiroristî û tundrewî û ramanên wan û ew garantiya tunekirina tiroristî û tundrewiyê êi welat e.”
Merwe hêvî kir ko “civaka navdewletî karibe di destpêka tebaxa dahatî de qonaxa veguhêz misoger bike,” lê bi rastî ne rêjîm û ne hevalbendên wî digel çareseriya siyasî ne û ne bi aramiyê û rawestandina kirdeyên dijminkarî pabendin, bi taybetî Rûsî ne jidil bi çareseriya siyasî re ne “tiştê ko Rûs û rêjîm dikin ji zêdegaviyên li ser Xûta Şamê an xurtkirina dorpêçê li ser bajarê Dareyya û lêdana Muedemiyê û Telbîsê beraber têwirdana Helebê ev tev tekez dikin ko ew ne jidil û ne dilxwazê ko qonaxa veguhêz misoger bibe” destnîşan kir ko “Rûs eger bi rastî bixwazin dikarin rêjîmê mecbûr bikin lê ew naxwazin.”
Ji aliyekî dî ve Merwe bal kêşand ser ko “Opozisyon rêza aramiyê digire û dixwaze cîbicî bibe û diyarbûna evê yekê ko desteya danûstandinan ya ko di gera danûstandinên Cinêvê de beşdar e ji ber ko rêjîm û hevalbendên wî rêza aramiyê nagirin ewê beşdarbûna xwe rawestandiye”.
Merwe tekez kir ko “Opozisyon bi operasiyona siyasî û bi giringiya cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê û pêkanîna biryarên Encûmena Ewlekariyê yên bi Sûriyê ve têkildarin pabend e ” diyar kir ko “Ev mijar tevde dê ji bo berdewamkirina danûstandinên Cinêvê pêşbînî bin ”
Dibîne ko “Eger rêjîm û hevalbendên wî û civaka navdewletî dilxwazê berdewambûna çareseriya siyasî ne gerek dest bi mecbûrkirina rêjîmê bikin dako rêzê li biryarên navdewletî bigire.”
Hevbendî+Elcemhûriye