Rêxistinên civaka sivîl yên Sûriyê, Civaka navdewletî handan li ser çaksazîkirina piransîpên serekî yên bersivdana mirovî, û herwiha dûvçûna kêmasiyên wê, hevdem nîgeraniya xwe nîşan dan li hember şûnwarên têkşikestina civaka navdewletî digel pirsa gelê Sûriyê.
Di daxuyaniyekê de bi emzekirina zêdetir ji 80 rêxistinên nemîrî yên Sûriyê, ku hat şandin ji lotekeya cîhanî ya karê mirovî re, ya dest bi kongirê xwe li bajarê Stembolê li Tirkiyê li roja duşemê kir, di daxuyaniyê de rêxustinan got: “ku bersivdan li ser xirabtirîn kurîza mirovî di çerxê me de heta niha biyekcarî wek pêwîst nehatiye dan”, û rêxistinên nemîrî daxwaz ji civaka navdewletî kiriye bo çareserkirina sedemên bingehîn yên bobilata Sûriyê, û daxwaza dariştina karnaneyekî kiriye bo serederîkirina li dijî zêdebûna astê tundutîjiyê, û bikaranîna çekên kêmayî û bikaranîna bitewş ya bi bermîlên teqîner re.
Herwiha rêxistinên emzekirî hin raspard ji bona civaka navdewletî pêşkêşkirine ji bona parastina sivîlan û başkirina rewşa mirovî, û ji bona piştgirîkirina rêxistinên civaka sivîl yên Sûriyê.
Daxuyaniyê diyar kiriye ku giringe guhertinek bingehîn bikeve di sîstema mirovî de ji ber ku di van herdu dehsalên bûrî de gelek falaketên mirovî peyada bûn, ku pêwîstiya wan bi bersivdana tengeviyan ya bilez hebû ji aliyê civaka navdewletî, lê belê bersivdana serkirdeyên dewletan û rêxistinên navdewletî û yên nefermî ne ligor astekî pêwîst bû, û baştirîn nemûne li ser vê yekê rewşa Sûriyê ye.
Rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniya xwe de bal kişandin li ser têkşikestina civaka navdewletî bo çareserkirina sedemên sereke yên bobilata Sûriyê û nebûna pilaneke kar ya diyar: ku bû egerê zêdebûna astê tundutîjiyê û zêdebûna bikaranîna çekên kêmyayî û bikaranîna bermîlên teqîner, û di encam de bû egerê zêdebûna têkçûna rewşa mirovî.
Herwiha rêxistinan xalên têkşikestinê li ser sê doxan destnîşan kirin ku ewjî parastina sivîlan û armancên neleşkerî û nekarîna civaka navdewletî li ser destêwerdanê, tevî ku heta zêdebûna bombebarankirina bitewş û heta biarmanckirina karmendên biyavê pizîşkî û yên hawarhatinê, û ev yek û tevî nekarîna civaka navdewletî li ser standina rêşûnên pêwîst ligor desthilata wê ya komsyina mirivî dide wê di barên windekirina neçarî de û di parastina penaxwazan de, tevî ku bi awayekî eşkere dihat xuyakirin tu tişta dibe bi xwe armanckirina jêrxana bingehîn û dezgehên neleşkerî ne (wek armanckirina nexweşane û xwendingeh û şûnwarên dîrokî) bi awayekî berfereh.
Herwiha serkirdeyên dewletan handan li ser gerantîkirina sepandina yasa mirovî ya navdewletî bi rêka dîtina rêkerên berçav bo lêpirsîn û dadgehkirina hemû aliyên pêwendîdar li ser rêzgirtina rêkeftinên Jinêv, û dubare berçavkirina raspardên encûmena ewlekariyê nemaze yên girêdayî bi karubarên mirovî û gerantîkirina cêbicêkirina biryarên encûmena ewlekariya navdewletî bi temamî, heta ku biryar ne hatibe derxistin li jêr xana hetan de, pêwîst e dadkokî bête kirin li ser mîkanizmên cêbicêkirin û lêpirsînê, û herwiha durustkirina mîkanizmeke zelal û eşkere bo çareseriyê û bidawîkirina sercem barên bêseruşûnkirinê ligor datayên hatîn komkirin ji aliyê komîteya navdewletî ya lëkolîna serbixwe di Sûriyê de, û dîtina rêkarên berhest bo peresendkirina hatuçûnek aram ya penaberan û cêbicêkirina pabendiyên dewletan bi peresendkirina alavên baş vi penaxwazan û pêşkêşkirina xwestekên kesayetî.
Jêder: Hevbendî