Li dijî kiryarên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD, welatiyên bajarê Amûdê roja Çarşemê 25-5-2016 li ser banga xwecihiya Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê ENKS mangirtinek li darxistin.
Di mangirtinê de welatiyan kiryarên PYD di mafê gelê kurd li Sûriyê pirotisto kirin, û silogan li dijî leşkerkirin zarokan û nûgihayan di şerên ne diyar de bilind kirin, herwiha xelkên Amûdê doza derbasbûna Pêşmergên rojava kirin.
Yûnis Eseed serokê xwecihiya ENKS li bajarê Amûdê di gotinekê de li pêşiya beşdaran diyar kir ku PYD xêzên Sor derbasdike û dest dirêjîyê li ser hirmet û rûmeta welatiyên kurd dike û ev yek nayê qebûlkirin.
Serokê xwecihiya ENKS berdewam kir û got” şoreşa gelê Sûrî li dijî desthileteke diktator derket û ne ji bo guhertina diktatorekî bi yekî din, şoreş wê berdewam bimîne da ku gelê Sûrî û yê Kurdî di nav de mafê xwe yê rewa wergirin” .
Tê zanîn ku esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD, roja Dûşemê 25-3-2016, êrîşî gundên Tilhebeşê Cewheriya Kerengo yên bi ser bajarê Amûdê ve, û çend Gundên bi ser devera Dêrikê ve kirin, û ciwan û mendalên nûgihayî binçav kirin û hurmeta malan binpê kirin û tirsek mezin xistin dilê zarok û jinan de.
Jêder: Hevbendî