Karwanekî alîkariyên navdewletî bi saziya Heyva Sor ya Sûrî re, gihanye devera Holê li gundewarê Himsê yê bakur, yê ji aliyê rêjîma Esed ve dorpêçkirî ye, piştî ku bangek hewarçûnê roja sêşemba bûrî hat dan, têde daxwaza rawestandina bombebarana hêzên Esed û derbaskirina alîkariyan bû.
Û raporek navdewletî, her heyv tê dan ji bo Encumana Ewlekariyê, dibêje ku alîkariyên xwarinê gihane tenê nîvê xelkên li deverên dorpêçkirî, û alîkarî gihane bêtir ji 200hezar kesî, an jî 41.9% ji kesên li deverên dorpêçkirî dijîn – û ev hejmar du caran li hejmara kesên alîkarî di heyva adarê gihabûn wan.
Û endamê nivîsgeha ragihandinê di encumana xwecihî ya gundê Tildew de, Ciha Ebû Ishaq, da xuyakirin ku kerwanê alîkariyên mirovî yên ku derbasî bajarê Holê bûne, kemyonin têde hene ku barê wan 14 hezar kîsên ard e û giranbûna her kîsekî 15 kîlo ye.
Û berdewam kir :”kemyom radihêjin 1600 pirtukên dibistanan ji hemî polan re, piskewît, û hin sepetên tenduristî, ev heyber tevde hatin wergirtin ji aliyê Heyva Sor li bajarê Keferlaha li devera holê”.
Û kerwanê alîkariyan ji bajarê Himsê birê ket ber bi Misyaf ve, û paşre gundê Sem’elîl yê di bin kontrola Artêşa Azad de yên ku parastian karwan li xwe girtin, û ji Sim’elîl çû Holê, û nehat bombebarankirin ji hêla Rêjîmê ve, li gor gotinên “Ebû Ishaq”.
Û bal kişand ser ku sozin derbaskirina alîkariyan bo devera Holê di rojên bên de, ji aliyê saziya “Xaça Sor” ve, bi wan re hatine dan.
Û neteweyên yekbûyî di rapora xwe ya mehane de got ku rêjîmê erêkirin nedaye 14 kerwanên alîkariyan ji 35ên ku biryar hebû ku di heyva gulanê de birêkevin, ji bo gihandina alîkariyan bo 904 750 kesî ji yên deverên ku gihiştina wan dijwar e.
Û raporê got ku kerwanên ku pilan hebû ku birêkrvin ji bo aîkariya 375hezar kesî, li 13 deverên din, erêkirina rêjîma Esed bo wan nehat dan.
Û got ku divê karên zêdetir bibin ji bo alîkariya 13.5 milyon Sûriyên ku hewcedarî wan alîkariyan ne li seranserî welat.
Jêder: Smart+Ajans