Duhî roja çarşemê 8 kesên sivîl hatin şehîdkirin û bi dehan kes hatin birîndarkirin, di bombebarankirina firokên Rûsiya dijmin û yên hêzên Esed de li ser bajarokên gundewarê Heleb û Idlibê, hevdem ku derdora 19 çeteyên pasdarên Îranê û milisên tayifeperist hatin kuştin dema hewl didan li gundewarê başûrê û rojavayê Helebê pêşbikevin.
Ku ji aliyê firokên Rûsiya heryek ji bajarên E’ndan û Hirêtiyan û herdu bajarokên kefrhemza û Heyan û herdu navçeyên Alqebir Alingilîzî û Asiya li gundewarê bakurê Helebê, rastî bidehan êrîşên esmanî hatin, hevdem digel topbarankirina heman navçeyan û taxên kerem eltereb û Elmeyser û Elherabilê û riya Kastîlo û otoristiradê Xazî entabê bi topxane û mûşekan ji aliyê hêzên rêjîma Esed.
Herwiha duhî ji aliyê firokên şer û hilîkopterên rêjîma Esed, heryek ji bajarê Xan şêxûn û bajarokên kinsefra û korîn û cibala û derdora gundên Hêla û Me’ira matir li ser riya di navbera bajarê Seraqeb û Teftenaz de li gundewarê Idlibê bi bermelînên teqîner û bi mûşekan hatin bombebarankirin, herwiha bajarokê Eltimani’ê û gundê Bidama rastî topbarandinê hatin ji aliyê topxaneya rêjîma esed.
Li aliyek şoreşgeran hewlên pêşketina pasdarên Îranê û milisên tayifeperist ber bi bajarokê Xan Toman li başûrê Helebê têkşikandin û têde 14 çete hatin kuştin û hin zerîpoş hatin têkbirin, û li navçeya Elraşidîn li rojavayê Helebê 5 çeteyên milisên îranê hatin kuştin di şer û pevçûnan de , hevdem digel armanckirina navçeyê bi dehên êrîşên esmanî ji aliyê firokên Rûsiya dijmin.
Têzanîn ku Es’ed Elzib’î serokê şanda danustandinkar di danustandinên Jinêv de di demek pêştir de gotibû ku “Gelek hêzên Îranê û herwisa çeteyên Hizibulaha terorîst û hin çeteyên Afxanistanê yên ku Îranê gelek tişt dane wan ji bo wan bîne, ku gelek çete ji Afxanistanê tên Îranê bi armanca wergirtina diravan û bidestxistina regeznameya Îranê li hember pişkdariya wan di şerê Sûriyê de, û rojane li ser qadên şer tê xuyakirin ku hejmara çekdarên Îranê rojane zêdetir dibe’.
Jêder: Hevbendî