Hejmarek ji nişteciyên bajarê Babê li gundewarê rojhilatê Helebê, duh roja înê, metingeke nerazîbûnê ku çalakvan û xebatkarên warê mirovî têde beşdar bûn, li dar xist, ji bo şermezarkirina berdewamiya rawestandina derbasbûna alîkariyan di dergehên sînorî re bo bakurê Sûriyê.
Û Xwepêşanderan siloganên li dijî siyasetên Netewên Yekbûyî û dewletên xwedan bandor ên ku hiştine Rusya zêdegaviyan di dosyaya mirovî de berdewam bike, bilind kirin, û metingeran cextî li ser redkirina destêwerdana rijêmê di vê dosyayê de bi rêya Heyva Sor a Sûrî ya girêdayî wê re kir, û tekezî li ser pêwîstiya alîkariyên di riya sînor re kirin.
Û di nav siloganên ku xwepêşanderan di metingê de bilind kirine “Heyva Sor a Sûrî siyasî ye” û “Rusya û Îran di kuştina gelê Sûriyeyê de bi her awayî hevpar in” û “Em napejrînin ku kilîta derbasbûnê di destê qesabê Sûriyî Beşar Esed de be.”
Her weha çarşema bûrî jî, metingeke nerazîbûnê, ya ku çalakvan û karmendên warê mirovî pê rabibûn, li meydana dergehê sînorî “Bab el-Hewa” yê li gel Tirkiyê li dar ket, ji bo şermezarkirina kontrolkirina rijêma Esed û Rusya ji dosyeya alîkariyên di riya sînorî re.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku bilez çareseriyekê ji kêşeya derbasbûna alîkariyan re bibîne, û rê li ber bobelateke mezin ya ku Sûrî rastiyê tên bigire, û mîkanîzmeke kartêker a herdemî peyda bike, da ku mafê jiyanê bo sivîlên li bakur rojavayê Sûriyê garantî bike.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku nayê pejrandin ku Rusya dosyayeke ku tam mirovî ye bike dosyayeke siyasî ya danûstandinan û fişarê bi rêya wê bike, da ku destkeftan ji rijêma Esed re pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî