Rojnamevana Libnanî û Wezîra Berê Mey Şidyaq, got ku Beşar Esed kujer û xwînrêj e, û got ku cudahiya di navbera wî û bavê wî Hafiz Esed de ku Esedê Bav tawanbarekî zîrek bû, lê kurê wî Beşar Esed tawanbarekî bêhiş e.
Û Şidyaq duh di pirogramekî tilfîzyonî yê ku behsa jiyana wê dike de, ew jiyana ku têde xame bi xwînê re têkel bûye, amaje kir ku dawiya Beşar Esed dê mîna ya Rustum Xezalê be.
Û Şidyaq amaje bi wê yekê kir ku milîsên Hizbullaha Libnanî hevparên Esed bûn di kuştina serokwezîrê berê yê Libnanê Refîq Herîrî de, û bal kişand ser ku rijêma Esed li pişt hemû kuştinên li Libnanê pêk hatine ye.
Û Şidyaq di hevpeyvînê de bal lişand ser mîkanîzmayên destwerdana hêzên ewlekarî yên rijêma Esed, di rêya destekên xwe re di karê medyayî yê kanala LBC ya Libnanî de, û behsa hewlên wan hêzan ji bo bandorê li gotara medyayî ya kanalê bikin û destêwerdanê di siyaseta edîtoriyê de jî bikin kir.
Û Şidyaq anî ziman ku dema wê di sala 2004an de hevpeyivînek bi Metran Bişara Elraî re dikir, yaku Elraî têde li ser dîroka hêzên ewlekarî yên rijêma Esed û Rustum Xezalê axivî, ku çawa peyamek devkî bi rêya kesayetiyekî siyasî ji Rustum Xezalê jêre hat û têde got ku “ew dê xwîna wê vexwe.”
Tê zanîn ku rojnamevana Libnanî li dijî rijêma Esed û milîsên Hizbullaha Libnanî ye, û di 25ê Îlona 2005an de rastî hewleke kuştinê hatibû, dema ku otombêla wê hat bombekirin û di encamê de wê lingê xwe yê çepê û destê xwe ji dest dane.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî