Mey Skaf, aktora Sûrî jiyana xwe di jiyê 49 salî de li Parîsê paytexta Fransa jiyana xwe jidest da, ku yek ji kesayetiyên sûrî yên binavudeng yên şoreşa Sûriyê ye.
Nivîskar û aktorên Sûriyê, duhî li roja duşemê, caba mirina Mey Skaf ragihandin, û di nav de jî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, û ew bi “keça Sûriyê ya azadîwaz” binav kiribû.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de got: “Ji sirgûniya bi zorê û dûr ji kolanên Şamê, yên li wan beşdarî di xwenîşandanên aştiyane de dikir, îro roja duşemê (23 tîrmeh), em xemgîn in bi nûçeya mirina hunermend Mey, piştî nexweşiyeyeke giran”.
Koalîsyona Niştimanî diyar kir ku aktora Sûriyê “Mey, ticarî di helwestên xwe de dudilî nedikir, û herdem li tenişta gelê xwe bû. Dema şoreşê destpê kir, bê dudilî tevlî refên wê bû, û her ji rojên pêşiyê de dengê şoreşê bû, û tevlî bizava azadîxwaziya Sûriyê bû, ji bo rakirina dorpêça li ser bajar û gundan û serbestberdana kur û keçên binçavkirî”.
Hevbendiya Niştimanî, hevxemiya xwe ji malbata Mey û hevalên wê û hemû gelê Sûriyayê re diyar kir, û tekez kir ku “hêviya ku her dem Mey bawerî pê tanî, dê berdewam bimîne, û ronahiyê bide riya hemû welatiyên Sûriyê yên azadîxwaz”.
Mey ji destpêka şoreşê de tevlî xwepêşandanan bû, û gelek caran ji aliyê ewlekariya rijêmê hatibû binçavkirin, paşî ji Sûriyê derket û çû Urdanê, û paşê ber bi Parîsê paytexta Fransayê çû.
Û nivîsa wê ya dawiyê li rûpela wê ya”Facebook” roja şemiya borî ev bû : “Ez bê hêvî nabim .. Sûriya mezin e, ne Sûrya Esed e”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê