Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, (YPG) an ku”Yekîneyên Parastina Gel” bi tawana kuştina zarokekî û sivikayetiya bi leşê wî şermezar kir, û Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî dît ku ev “tawana kirêt dikeve di çarçova kiryarên vê mîlêşiyê ya ketî di benda girûpên radîkal de yên gelê Sûriyê her ji destpêka şoreşê ew ji nav xwe avêtine “, û Elmislit tekez kir, ku:”YPG bergiriyê li doza gelê Sûriyê û li mafên kurdan nake, lê ew li ser pirojeyekî êdiyolojî dûr ji armancên şoreşa Sûrî kar dike “. Têzanîn ku (YPG) zarokekî 16 salî bi navê Efan Cum’a El’ebûş ji gundê Şermûx li nêzîk Qamişlo revand bû, û di bin eşkencê de ew kuşt û sivikayetî bi termê wî kir, û li gor hin raport û axaftinên çalakvanan texmîna rûdana wê tawanê di heftiya bûrî de kirin, û raporta Pizîşkê Rewakar di nexweşxaneya Qamişlo de, sedemên mirinê bi hin hûrgiliyên diltezên tekez kirin. û îro Elmislit di daxuyaniyekê de hişyarî da li ser” berdewamiya van mîlêşiyan di pêkanîna tawanan de, yên heye ku bibin sedemên xirabûnê û peydabûna nakokiyan, û pêkanîna armancên rêjîma Esed bi rêka vê mîlêşiyê , ya bûye alavek ji alavên rêjîmê her ji destpêka serkutkirina bizava gelêrî di parêzgeha Hesekê de, heta bigihe encamdana van rengên tawanan”, herwiha Elmislit tekez kir, ku” her aliyekî ziyan gehandibe gelê Sûriyê di vê şoreşa pîroz de, wê nêzîk yan dûr bête sizadan li gora dadeka veguhêz ku mafên tevaya pêkhateyên gelê Sûrî li wan vegerîne û tawankar bêne sizadan û her kesek wê bigehêje mafê xwe”.
Jêder: Hevbendî