Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku eger fişarên rasteqîn li ser milîsên PYDe yên terrorist ji hêla piştgirên wan ên navdewletî û saziyên mafnasî yên navdewletî ve tune bin, ew milîs dê di revandina zarokan û birina wan bo leşkeriya neçar berdewam bikin.
Û Ebdilletîf di daxwiyaniyin taybet de îro got ku revandina zarokan li ser destê endamên van milîsên terrorist binpêkirineke beloq e ji tevaya yasayên navdewletî û yasayên parastina zarokan re.
Û raporên meydanî bal kişandin ser wê yekê ku girûpek girêdayî milîsên PYDeya terrorist di dîroka 8/8/2023an de du zarok ji xelkê parêzgeha Reqayê revandin, û herdû zarok ji dayîkbûyên sala 2009an in, û bo leşkeriya neçar hatin revandin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku herdû zarokên revandî ji parêzgeha Reqayê ne, û navê yekî Elmuntesir Billah Adil Elximerî ye, û ji xelkê bajarê Tebqa ye, û zarokê dî navê wî Ebdilletîf Feysel Ehmed Elîsa ye, ew jî ji bajarokê Elmensora yê gundewarê parêzgeha Reqayê ye, û herdû zarok li ser xaleke pişkinînê li deriyê bajarokê Sirîn yê girêdayî bajarê Kobanê li gundewarê parêzgeha Helebê hatin girtin, û herdû zarok berve yek ji navendên leşkerkirinê birin.
Û Tora Mafnasî tekez kir ku nêzîkî 267 zarokan hîn di leşkergehên ser bi milîsên PYDe yên teroristî ve bo leşkeriya neçar girtî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî