Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana baregeha Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî li gundewarê Helebê kir, û bi Wezîrê Berevaniyê Emîdê Firokevan Hesen Hemadê re civiya, û pêre behsa rewşa ewlehiyê û ya meydanî li deverên rizgarkirî kir.
Û Wezîrê Berevaniyê berztirîn tiştên ku li vê dawiyê di karê Wezaretê de bicih hatine, û pêşketinên ji bo çakkirina rewşa ewlehîyê û misogerkirina dabînkirina jîngeheke ewle û aram ji nişteciyên deverên rizgarkirî re berçav kirin, û behsa giringiya bizavên çakkirina pergalê Artêşa Niştimanî ya Sûrî û tevlêbûna tevaya endaman kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî serdana Rêvebiriya Polîsên Leşkerî kir, û li gel rêvebirê wê dezgehê Emîd Rukin Xalid Eles’ed civiya, û pesna hewlên polîsên leşkerî di karê wê yê dabînkirina ewlehiyê de da.
Û Elmislit li şiroveyekê derbarê dawîtirîn karên polîsên leşkerî bi hevkariya li gel Wezareta Berevaniyê û rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî bo xurtkirina ewlehiyê li deverên rizgarkirî guhdarî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî