Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi gereke şopandinê li ser dergehê sînorî yê Bab Elselame yê di navbera Sûriya û Tirkiyê de rabû, û bi rêvebir û berpisyarên dergeh re civiya, û bi wan re behsa dijwarî û astengiyên ku rastî karê wan tên û dîtina çareseriyên guncav jêre kir.
Û Elmislit bi gerekê li ser ofîsên xizmetguzariyê yên dergeh û beşê gumrikê û ofîsa asayîşa giştî rabû, û li mîkanîzma karê ofîsan temaşe kir, û sipasiya tevaya karmendên dergeh li ser xebat û bizavên wan kir.
Û Elmislit tekezî li ser berdewamiya kar û bilindkirina asta hevrêziyê di navbera tevaya saziyên cîbicîkar de bo çakkirina ketwarê saziyên xizmetguzarî li deverên rizgarkirî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî