Çalakvanan bal kişandin ser ku sernekeftina Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî di standina biryareke cidî de bo dadpirsîna rijêma Esed li ser bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlên Sûrî li Gotaya Şamê di heyva tebaxa sala 2013an de, moral da rijêmê da careka dî dest bi bombebarana deverên rizgarkirî bike.
Û hêzên rijêma Esed û Rusya û milîsên ser bi wan ve, duh, taxên nişteciyan û kampên koçberan û otombêlên sivîlan bi topavêj û mûşekên arastekirî, hejmarek ji deverên gundewarê Helebê û Idlibê armanc kirin, û ew yek bû sedema şehîdbûna du sivîlan û birîndarkirina hejmareke din.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî diyar kir ku sivîlek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn, jinek û 3 zarok di nav wan de hebûn, ji ber bombebarana mûşekên ku jêdera wan deverên di bin kontirola rijêmê û milîsên PYDe yên teroristî de bû, û bombebaranê kampa Kiwêt Elrehmê ya koçberan li girê Turindê li gundewarê Efrînê bakurê Helebê armanc kir.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku welatiyekî dî hate kuştin û zarokek birîndar bû, ji ber bombebarana hêzên rijêma Esed û Rusya ya ku taxên nişteciyan li gundê Tidîl li rojavayê Helebê armanc kirine.
Tê zanîn ku ev êrîşên teroristî li ser sivîlan ji ber nebûna çi rêgirî an dadpirsînê an çi pêngavin cidî ji hêla civaka navdewletî ve bo rawestandina van tawanên dermafê sivîlên deverên rizgarkirî pêk tên, didome.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî