Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tawanên ko milîtanên Îranî berdewam di derheqê sivîlên Helebê de dikin pirotesto kir, berpirsiyarî da ser milê civaka Navdewletî bi sedema ko sersariyê di parastina wan de dikin.
Çalakvanan anîn ziman ko milîtanên Îranî roja Înê dardakirinên meydanî di derheqê şeş xortan de ko ew gulebaran kirin li taxa Elsaxûr rojhilatê Helebê pêk anîn.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Yasir Elferhan, tekez kir ko Artêşa azad û Hêzên Şoreşa Sûriyê dê liberxwedanê himber dagîrkerên Rûs û Îranî bikin heta ko wan ji xaka Sûriyê derxin.
Piştî ko bajarê Helebê ket ber operasiyoneke leşkerî ya berfireh, di encamê de avahiyên niştecihan û bargehên bijîşkî û dibistan û navendên berevaniya sivîl wêran kirin. Firokên Rêjîmê û Rûsya êrîş birine ser gundewarê bajêr yê rojava her weha Wadî Bereda bi dehên bermîlên teqîner doh bombebaran kirin.
Elferhan got civaka navdewletî ew berpirsiyariya yekem hildigire û gerek wan tawanan rawestîne. Destnîşan kir ko Rûsya hêj nikare mijaran li Sûriyê kontrol bike an bi rola çavdêrê operasiyona siyasî rabe.
Û pirsiyar kir li ser biryara Encûmena Ewlekariyê ya dawî ya ko dibêje çavdêrên navdewletî li Helebê belav bikin, ew biryar red û pirotesto kir ko dibe ew jî bibe ximava li ser kaxezê wek biryarên berê, yên ko ji bo rawestandina amanckirina sivîlan bûn û yên ji bo gihandina alîkariyan ji xelkên dorpêçkirî û berdana girtiyan re bûn.
Endamê desteya siyasî destnîşan kir ko hewildanên milîtanên Îranî hene ji bo bicihkirina dagîrkirina xwe, ku hejmareke mezin ji milîtanên mezhebperest li herêmên Sûriyê belav kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî