Milîtanên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve li bajarê Qamişlo do Duşembê şeş Serpereştên mezin yên Partiyên Niştimanî Kurdî û neh Çalakvan û Kadir girtin, di heman dema ko di cenazeya Şehîd Hebîb Qedrî, şervanê hêzên Pêşmergên”Roj” yê ko di şerê li dijî Rêkxistina DAIŞa tirorist şehîd ket beşdarî dikirin.
Encûmena Niştimanî Kurdî berpirsiyariya ziyangihandina li wan dike berpirsiyariya milîtanên PYD û doza berdana wan a yekser kir. ew dibînin ko tiştê rû dide siyaseta PYD di devgirtinê de diyar dike, û dixwazin desthilatiya xwe bi kotekî feriz bikin û cudahiyê di navbera milet û meydana Sûriyê de çê bikin, ji bo aliyine derve razî bikin.
Encûmena Niştimanî Kurdî doz li endamên xwe û çalakvanên Kurd û Sûrî kir da îro şêşembê li hemû bajarên Sûriyê û li Paytextên Ewropî xwepêşindanan bikin ji bo pirotestokirina kampanya girtinê û zêdegavî û binpêkirina mafê mirovan û siyaseta desthilatiya tekane ko Rêkxistina PYD li herêmên ko di bin desthilatdariya wan de ne dike.
Jêder: Hevbendî