Encûmena xwecihî li bajarê Dareya yê dorpêçkirî li gundewarê Şamê, daxwaza destwerdana bilez ji heryek ji girûpa navdewletî ISSG û dewletên endamên herdemî di encûmena asayîşê û NY de û rêxistinên navdewletî dike, ji bona rawestandina şerê ku herdû aliyên wî pev nayên pîvan ê hêzên rêjîma Esed bi piştgiriya milisên tayîfeperist li ser Dareya.
Encûmena xwecihiya bajêr duhî di daxuyaniyekê de ji aliyên navdewletî ve, daxwaza bizavek bilez kir, ji bona rawestandina oparesyonên leşkerî û sercem awayên bombebarandinê, û herwiha tekezî li ser giringiya derbaskirina bilez ya derman û xwarinê û hatina tîmeka lêkolîna navdewletî kir, ji bona li ser bikaranîna napalima şewtandinê ji aliyê rêjîmê ve bisekine.
Daxuyaniyê diyar kir ku rêjîma Esed “bi mebest bi bombebarankirina bajarê Dareya bi napalima şewtandinê ya qedexekirî ji berî sê rojan ve radibe, bê ku guh bide encamên wê yên xirab û metirsîdar li ser jiyana zarok û jin û pîremêrên dorpêçkirî’, û ligor çalakvanên bejêr, heta niha zêdetir ji 100 bermîlên teqîner di heyamê van sê rojan de bi ser bajêr de hatine avêtin.
Herwiha daxwaza bicihkirina biryarên ku dewletên endamên herdemî bi tevaya dengan pesend kirine ji encûmena asayîşa navdewletî kir, û bi taybetî biryara 2254 û biryarên din yên pê pêwend.
Di daxuyaniyê de hatiye ku hêzên Esed ‘”her ji roja 14/5/2016 an ve û bi awayekî yekcarî dawî li agirbesta karên dijminkariyê aniye û binpê kiriye, û ji wê rojê ve, rojane berdewam e di êrîşkirina ser bajarê Dareya de, û bi wan êrîşan karbû destê xwe deyne ser zeviyên cotyaran û xelkê sivîl ji berhemên zeviyên wan bêpar bike, da bi dirêjahiya heyamê (1363) rojên dorpêçkirinê ji birçîna bimirin “.
Di daxuyaniyê de hat ku: “di oparesyonên leşkerî de yên li heyamê 90 rojan de, bi awayekî zaf taxên nişteciyan tên armanckirin, bi (1805) bermîlên teqîner, û (729) mûşekên zemîn zemîn yên coreyê(fîl) yên wêrankar, tevî (30) bitlên napalim yên di van du rojan de bi hilîkopteran bi ser xaniyên sivîlan de hatine avêtin û di encamê de (78) şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn.
Jêder: Hevbenxî