Hadî Elbehra serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê di dîdarekê de ligel malpereka misrî tekez kir:” ku di dema niha de hîç destpêşxeriyeka misrî nîne bo çareseriyeka Siyasî bo qeyrana Sûriyê, û Misr ji dewletên palpişt û pişevane bo çareseriya siyasî, ku veguhestineka aştiyane bo desthilatê misoger bibe û daxwazên Sûriyan dabîn bibin bi rêka dîtina çareseriyeka bilez ku sosreta gelê Sûriyê bidawî bibe”, û got ku hevdîtina wî ligel berpirsên misrî li ser rewşa Sûriyayê û qeyrana mirovî ya gelê sûrî têde dijî li jêr sîbera sersariya komelgeha navdewletî û xemsariya wê bo cêbicêkirina erk û barên li ser stûyê wê namaze dabînkirina pêdawîstiyên xwarinê bo penaberên sûrî di dewletên cîran de û awareyên di hundur Sûriya de, û Elbehra dîtina hevbendiyê şirove kir derbarê ” rewşa Sûriya ji aliyê leşkerî ve û derfetên dîtina çareseriyên siyasî û bizavên Dî Mistora şanderê navdewletî yê Netewên yekgirtî”. Herwiha Elbehra di axaftina xwe de ligel karbidestên Misrê balkişand li ser rewşa penaberên Sûrî li Misrê û nemaze ” pêdiviya penaberan bo komkirina xêzan û binemalên xwe yên hin ji wan li Misrê ne û hin endamên xêzanê wan li welatên dinin, û şêwazên çareserkirina vê kêşeya mirovî bizûtirîn dem, herwiha rewşa qutabiyên sûrî yên li zankoyên misrî hat gengeşekirin ku hikumeta misrê reftarê bi wan re dike wek heman qutabiyên misrî, û em bi hêvîne heman reftar bête standin ligel qutabiyên xwendina bilind di zanîngehên Misrê de”. li ser pirsekê derbarê rêxistinên tundrew di Sûriyê de, Elbehra tekez kir ku:” gelê Sûrî miletekî mislman yê miyanrê ye, û bi dirêjahiya dîrokê gelê sûrî ne hişke di bîr û baweriyê xwe de, û em dijî her rêxistenekê ne ku bi çekan êdolojoya xwe li ser gel bisepîne”. Hêjayî gotinê ye ku axaftina Hadî Elbehra hat di miyanê serdana şanda Hevbendiya Niştimanî ya duhî bo Qahîre , hevdîtinan wan ligel Samih Şikrî wezîrê derveyê Misrê û Nebîl Elerebî sekertêrê giştiyê Komkara Erebî, ku şanda navborî daxwaz kir ji wezareta derve ya Misrê ku Misr rabe bi roleka kartêker bo dîtina çareseriyeka siyasî garantiyê bide li ser dawiya hikûmê Esed û dabînkirina aramiyê li Sûriya, herwiha heman şandeyê her çareseriyek yan lihevhatinek li ser kîsê mafên gelê sûrî yên şoreşger yan li sewr kîsê yekîtiya welat ret kir, û giringî dan ser navçeya tampo kir, ku nebitenê daxwazek tirkiye lê herwiha ku ev daxwaz berjewendiya gelê Sûrî pêktîne her ji destpêka serkutkirina gelê Sûrî li ser destê rêjîma Esed ya bi hemû firokên xwe ve êrîşî bajar û gundên Sûriya kirî, herwiha ret bi hebûna her layenekî derekî li ser axa sûriya yê kir.
Jêder: Hevbendî+ Dot Misr