Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, teqîna “terorîstî” ya duhî roja çarşemê li bajarê “Munbicê” şermezar kir, û tekezî li ser pêwîstiya parastina asayîşa herêmê bi rêya artêşa azad kir, ji bo dagirtina valahiya piştî vekişîna hêzên Amerîka.
Li gorî ajansa “Reuters”, teqîn bû sedema kuştina çar serbazên Amerîkî û birîndarbûna sê kesên din.
Hevdem ku berdevkê Hevpeymaniya Navnetewî ragihand ku wan dest bi lêkolînan kiriye, û agahiyan li ser bûyerê kom dikin.
Ku peqînek li derdora xwaringeha “Qesra Mîran” li navenda “Munbicê” pêk hat, hevdem ligel amadebûna komeke serbazên Amerîkayê û Hevpeymaniya navnetewî, û bû sedema kuştin û birîndarbûna bi dehên sivîl û serbazan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser malpera “Twitter”, got ku “Teqîna terorîstî li bajarê Munbicê cihê şermezarî û nerazîbûnê ye” û bal kişand li ser “giringiya hevahengî û hevkariya bi Tirkiyê û artêşa azad a Sûrî re li hemberî terorê.”
Herwiha bal kişand li ser giringiya dûvçûna hemû mijarên taybet bi “plan yan bi amadekarîyên ji bo parastina ewlekariya deverê ji bo ku dagirtina valahiyê, bi awayekî guncayî di dema û piştî vekêşana hêzên Amerîkî ji deverê”.
Hin dezgehên media xwecihî diyar kirin ku cihê bûyerê ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê û çekdarên “PYD” ji bo meseleyên ewlekariyê hat dorpêçkirin, hevdem ku helîkopterên amerîkî hatin xwar li ser stadyuma “Munbicê” ji bo veguhestina kuştî û birîndaran.
Derbarê bandora bûyerê li ser vekişîna hêzên Amerîka, cîgirê Serokê Amerîka, Mike Pence, piştrat kir ku bûyera teqînê ti bandorê li ser plana ji bo vekişîna ji Sûriyê nake, û duhî di civîna ligel serokên şandên dîplomasî yên Amarîka de got ku ew û Serok Donald Trump tekez dikin ku Washington “dê berdewam be” di plana vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî