Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de roja pêncşembê aşkere kir ko hêzên Esed û milîtanên hevkarên wê nekêmî 50 komkujiyên mezhebî li Sûriyê ji 2011ê ve pêk anîne.
Toreyê di raporta xwe de got ku bêtir ji 3028 kesan ji nav wan 531 zarok û 472 jin di kuştarine mezhebî de ên hêzên rêjîmê û milîtanên tirorist yên bi ser ve ji destpêka şoreşê ve pêk anîne hatine kuştin.
Raportê bêtir got ko 1040 kes di ji nav wan 209 zarok û 200 jin û 10 şervanên artêşa Sûrî ya azad di komkujiyekê de li Humsê hatine kuştin, û li Hemayê 197 sivîl ji nav wan 21 zarok û 20 jin di heşt kuştaran de hatine kuştin.
Raportê diyar kir ko hêzên hevalbendên rêjîmê heşt kuştar li Helebê pêk anîne, tê de 416 kes ji nav wan 5 şervanên opozisyonê û 63 zarok û 34 jin hatine kuştin, her weha 35 sivîl di du kuştaran de li Idlibê ji nav wan heft zarok û heşt jin hatine kuştin.
Raportê anî ziman ko hêzên rêjîmê pênc kuştar li parêzgeha gundewarê Şamê pêk anîne, di encamê de 686 kes ji nav wan 120 zarok û 113ê jin û 55 şoreşger hatine kuştin, û du kuştar li Dera çêbûne di encamê de 59 sivîl ji wan jî 6 zarok û deh jin hatine kuştin.
Raportê kuştina 192 sivîlan ji wan jî heft zarok û 12 jin belageh kirine, ko ew di kuştarekê de bi destê hêzên rêjîmê li taxa Elcûre û Elqisûr hatine kuştin, her weha 473 sivîl ji nav wan 98 zarok û 75 jin di du kuştaran de bi destê hêzên rêjîmê li parêzgeha Tertûs hatine kuştin.
Di raportê de hatiye ku di bîranîna kuştara gundê Elhesewiye yê bi ser Humsê ve, ya ko endamên hêzên rêjîmê di çileyê paşî de 2013ê pêk anîne, milîtanên mezhebî yên xwecihî û biyanî ketine gund û hejmarek sivîl gulebaran kirine û serjêkirine û bi kêr û satûreyan kuştine ew jî wek tolhildanê ko yek ji endamên mezhebperest li gundewarê Humsê hatibû kuştin.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko rêjîma Esed ji van kuştaran amanc dike ko nakokî li Sûriyê bibe mezhebî, bo nerîna cîhanê ji ser hevrikiya bingehîn li Sûriyê bide alî, navbera tevgereke komarî û daxwazine gelî ji aliyekî ve û beraber desthilateke zordar ji aliyekî dî ve tête kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî